Li Bornovayê mirina jinekê ya bi guman 2018-06-05 12:45:36   ÎZMÎR - Li Bornovayê jina bi navê Dîdem Demîrcî, bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.   Li Bornovaya Îzmîrê jina 25 salî Dîdem Demîrcî, li mala ku bi xwişka xwe re lê dima bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Piştî bûyerê îfadeya hevalê Dîemê yê mêr û xwişka wê hat girtin û piştî îfadeyê hatin berdan.   Di lêkolîna ku hat kirin hat tesbîtkirin ku Dîdemê herî dawî bi hevalê xwe re axiviye. Telefona Dîdemê ji bo ku bê kêkolînkirin hat desteserkirin.