Li Osmaniyeyê mirina jinekê ya bi guman 2018-06-05 10:29:32   OSMANIYE - Li Osmaniyeyê Meftune Oflaz ya ku ji 2'yê hezîranê de winda bû cenazeyê hat dîtin.   Li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê jina bi navê Meftune Oflaz ku winda bû cenazeyê wê hat dîtin. Cenazeyê Meftuneyê li navçeya Kozanê di cuha avdanê ya ku av ji ser hatibû qutkirin de hat dîtin.  Cenaze piştî lêkolîna Dozgerê Komarê ya li cihê bûyerê ji bo tespîtkirina sedema mirinê rakirin Morga Tipa Edlî ya Edeneyê.   Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.