'Li nav çavên Kurdan dinêrê û dibêje pirsgirêka Kurd tuneye' 2018-06-04 17:43:10   ÊLIH – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Hezoya Êlihê axivî û got: “Erdogan dibêje kuleya saetê ye. Ew ne kuleya saetê ye. Ew Minareya Çar Ling e ya we Tahîr Elçî li berê qetil kirin. Em ê hesabê Tahîr Elçî ji we bixwazin.” Sezaî anî ziman ku Tayyip Erdogan bi zanebûn Selahattin Demîrtaş bi bûyerê Kobanê ve sûcdar dike û got: “Li gel daxwaza te Kobanê neket û wê Erdogan bikeve.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê û namzetê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî gera xwe ya hilbijartina 24’ê Hezîranê ya li bajarên herêmê didomîne. Temellî duh li Sêrt û navçeyê wê bû û îro jî derbasî Êlih û navçeyên wê bû. Temellî, namzetên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Necdet Temîzyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî û Şukru Baytar, Hevserokên HDP’a Êlihê Nizamettîn Toguç û Bêrîvan Helen Işik, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî kirin, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata ya hefteyek berê ji girtîgehê hat berdan û rêveberên HDP û DBP’ê ewil bajarokê Awîskê ya bi ser Qubînê ve ziyaret kirin.    Sezaî û heyeta pê re pişt re derbasî navenda Qubînê bûn û gel silav kirin. Temellî û namzet li kolanên Qûbînê geriyan û gel ew li ser kolanan pêşwazî kirin.  Heyet pişt re di riya gundan de derbasî navçeya Hezo ya Êlihê bû. Konvoya HDP li nav Hezo geriya û hat ber buroya hilbijartinê ya li Durêya Uçyolê bi gel re kom bûn. Heyet bi coşek mezin hat pêşwazîkirin û dirûşmeyan berz kirin. Gel li ber stranên hilbijartinê govend gerand. Pişt re namzet yek bi yek derketin ser otobusa hilbijartinê û gel silav kirin. Temellî jî derket ser otubusê gel silav kir û xîtabî gel kir.    Sezaî Temellî wiha got:    “Hatiye Amedê dibêje çi; behsa kuleya saetê dike. Ew kûleya saetê ku dibêje, ne kuleya saetê ye. Ew Minareya Çar Ling a dîrokî ye. Dema Tahîr Elçî li wir minare û dîrokê diparast hat kuştin. Em ê di 24’ê Hezîranê de hesabê Tahîr Elçî ji we bipirsin. Em ê di 24’ê Hezîranê de we bişînin sergoyê çopê. Ewqas hînî derewan bûne. Hemû welat bi qedexe û OHAL’ê birêve dibin. Ji bo xebat û coşa HDP’ê têk bibin û qedexe bikin çi ji destê wan tê dikin. Ji ber tirsa desthilatdariya xwe hemû personelên saziyên dewletê li dijî HDP’ê xistine tevgerê û seferber kirin e. Xwe bi artêşa polîs û leşkeran diparêz e.    Sindoq li ku dibin bila bibin em ê biçin dengê xwe biavêjin û em ê hemû ji vê îxtîdarê xelas bibin. Bûyerê 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê carek din dixe rojevê. Ji bo birêz Demîrtaş sûcdar bike çi ji destê wî tê dike û bûyerên Kobanê tîne rojevê. Halbukî birêz namzetê me Demîrtaş ji bo hestiyariya mirovan bang kir û xwest pêşî li komkujiyan û talanê bigire. DAIŞ’ê li Kobanê komkujî pêk dianî. Çi got ‘Ha Kobanê ket û wa dikeve.’ Lê dilê wî rehet nebû. Kobanê neket û dê Erdogan bikeve.   Heta hemû cîhan ji vê DAIŞ’ê rizgar nebe xelasiya Sûriyeyê nîne. Kengê Sûriye rigar bibe, dê gelên Sûriyeyê qedera xwe diyar bike. Tu nikarî ji bo Sûriyeyê fermana şer bidî. Tenê tu dikarî ji bo pirsgirêkên li welatê xwe biaxivî.    Di hemû axaftinên xwe de dixwaze HDP’ê sûcdar bike. HDP têkoşîna aştî, demokrasiyê û azadiyê dide. Pirsgirêka me bi tu sînoran re nîne. Armanca me ew e ku em di nav van sînoaran de hemû netew, çand û baweriyan biparêzin. Jiyana nû ev e. Em ê di welatek hevpar ê demokratîk de bijîn. Em ê di 24’ê Hezîranê de hêza xwe bidin nîşandan. Pêwîste em hemû jin, karker, ciwan, kedkar, astengdar û hemû beşên civakê ji bo jiyanek azad û welatek hevpar xwedî li sindoqan derbikevin.    Dê demorkasî û aramî were ser rûyê vê axê. Heke em vê yekê bînin, dê aştî were Rojhilata Navîn, Sûriye û Iraqê jî. Dema em vê yekê pêk bînin, em ê we gelek caran li Efrînê bibin û bînin. Niha gotina “Li Efrînê bigere û were (Afrînî dolaş da gel)’ hêsan e. Hûn ê piştî 24’ê Hezîranê li Efrînê xweş bigerin û bizivirin.    Tişta ku birêz Demîrtaş lê xwedî derdiket avakirina jiyana nû û demokratîk bû. Em jiyanek piralî dixwazin. Ez bang li hemû namzetan dikim îro roj roja li hevkirinê ye. Guh bidin daxwaza protokolê ya Demîrtaş û biçin Edîrneyê. Li dijî gefan wêrek bin û xwe tev li projeyên Demîrtaş bikin. Werin em hemû bi hev re li dijî dîktatoriyê û rejîma yek zilam serê xwe rakin û jê rizgar bibin.    Heta pirsgirêka kurd çareser nebe pirsgirêka demorkasiyê ya li welêt çareser nabe.    Ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî gelên Tirkiyeyê têdikoşin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê bingehîn û daxwaza sereke ye. Her gel bi têkoşînê destekftiyan bi ser dikeve. Em hemû gelên Tirkiyeyê ji bo têkoşîna mafê zimanê zikmakî vedixwînin xebatan. Heke prisgirêkên me hevpar bin divê çareserî jî hevpar be.    Yek ji pirsgirêkek bingehîn jî ya jinê ye. Li Tirkiyê di her warî de pirsgirêka jinê heye. Her roj jin tên qetilkirin. Sedemê vê yekê jî polîtîkayên AKP’ê ye. HDP dê pêşiya hemû pirsgirêkên jinê vebike û çareser bike. Em ê polîtîkaya jin û zarokan di asta herî baş de birêve bibin. Em ê Wezareta Zarokan ava bikin. Em ê hemû mafê zarokan ên wekhev ava bikin. Em ê wek AKP’ê zarokan îstîsmar nekin. Zarok di 18 saliya xwe de dibe ciwan. Em ê di 24’ê Hezîranê de zarokên xwe ji vê cehenemê rizgar bikin.    Li welêt bi deh hezaran ciwanên me bêkar in. Ewlehiya wan kar nîne. Li gel bi hezaran ciwan zanîngeh xelas kirine jî lê nikarin ji xwe re kar bikin û betal in. Em ê dawî li betaliya bêkariyê bînin.     Em ê heta 24’ê Hezîranê bi şev û roj bixebitin. Em ê biçin her deverî û deng, awaz û rengê HDP’ê belav bikin û ji bo HDP’ê û Demîrtaş dengan bixwazin.  Em ê hemû bi hev re di bin wê roja 25’ê Hezîranê de bimeşin azadiyê. Riya me û riya we vekiribe. Serkeftin.