Mêrê ku di rê de êrîşî jinekê kir hat girtin 2018-06-04 15:47:20   STENBOL - Mêrê bi navê Mustafa Arslan, li Beyogluyê êrîşî jineke ku di rê re diçû kir.   Li Beyogluya Stenbolê di 31'ê Gulanê de mêrê bi navê Mustafa Arslan, êrîşî jineke biyanî ku dema bi hevalên xwe re di rê re diçû kir.  Buyer ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve jî hat qeydkirin û hevalên jina ku di rê re bi hev re dimeşiyan li dijî Mustafa hevala xwe parastin.   Piştî tişta hat jiyîn jinan li Mustafa Gilî kir. Mustafa yê ku derxistin dadgehê, hat girtin û şandin Girtîgeha Metrîsê.