Li gel ku 3 sal derbasbûn jî Komkujiya 5'ê Hezîranê nayê ronîkirin 2018-06-04 12:28:27   AMED - Ji parêzerên 5'ê Hezîranê Navdîde Kurul diyar kir ku di doza hatiye vekirin de îhmalkariyeke mezin heye û ev tişt got: "Di dosyayê de gelek tişt nehatine zelalkirin û lêpirsîneke cidî nayê kirin."   Di ser Komkujiya ku di 5'ê Hezîrana 2015'an de di mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê  ve hat kirin re 3 sal derbas bûn.  Di encama teqîna ku pêk hat de 5 kesî jiyana xwe ji dest da û 400 kes jî birîndar bû.  Di ser doza ku derbarê bûyerê de hat vekirin re jî 3 sal derbas bûn û hîna jî ne bersûc û ne jî berpirsiyar nehatine darizandin. Parêzera ku dosyaya dozê dişopîne Nadîde Kurul derbarê dozê de nirxandin kir.   'Rêya xwegîhandina darazê hat xetimandin'   Nadîde bi bîr xist ku piştî bûyerê biryara veşartinê debarê dosyayê de hatiye dayîn û 9 mehan ev biryar nehat rakirin, ji ber vê jî wan wekî parêzer agahiyên derbarê dosyayê de piştre girtine.  Nadîde anî ziman ku wan di dema lêpirsînê de xwestine mudaxele bikin û xwe bigihînin belgeyan lê serlêdana wan a di vî warî de nehatiye qebûlkirin.   'Delîl hemû nehatine topkirin'   Nadîdeya ku  got delîlên derbarê dosyaya neqlî Enqereyê hatiye kirin de hemû nehatine komkirin di berdewaqmiya axaftina xwe de wiha got: "Niha em dixwazin xwe bigihînin qeydên telefonê yên bersûcê ku girtî ne. Her bersûcekî ji telefonekê zêdetir telefon bi kar aniye .Em li bendê ne ku ew agahiyên di telefonan  de bikin dosyayê. Piştî  ku ev hemû delîl bên bi destxistin me daxwaz kir ku ji nû de raporek morovên zana bê standin.  Ji ber ku hemû delîl di dosyayê de nehatine bicihkirin derbarê dosyayê de zêde pêşketin tune ye."   'Îhmal zêde ye'   Nadîdeya ku got, "Di dosyayê de beşên nehatine ronîkriin hene"  anî ziman ku wan di dema darizandinê de jî xwe negîhandine van belgeyan. Her wiha Nadîdeyê got ku wan derabarê bersûcan de ka bê xwe gîhandina kesan li Amedê an na de jî tu agahî negirtin û wiha dirêjî da axafitna xwe: " Bersûcê ku bombe daniye  qaçaxê leşkeriyê ye, piştî ku li otelê lêpirsîna wî hatiye kirin jî derbarê wî de tu tişt nehatiye kirin.  Ev mijarên ku em bahsê dikin hemû jî di rapora ku ji aliyê mufetîşan ve hatiye amadekirin de gelek jî hem dîmen û hem jî fotoyên wan hene."   'Heta em xwe bigihînin edaletê em ê dozê bişopînin'   Nadîde anî ziman ku di qeydên telefonan de jî mînakên bi vî rengî hene û wiha got: "Lêpirsêneke ku gelek pirsan di nava xwe de dihewîne tê kirin. Em bi belgeyên ku me bi dest xistine hewl didin ku bûyerê ronî bikin lê heta ku em biçin ne diyar e.  Em tenê vê dizanin ku niha kesên tên darizan din bi tena serê xwe ev komkujî pêk neanîne.  Di hemû kesên ku têkiliya wan bûerê re hebe bên darizandin, ji bo ku edalet bê bicihanîn.  Di vî warî de heta ku em xwe bigihînin eldaletê em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Polîsên li qadê peywirdar jî tên darizandin'   Nadîde anî ziman ku derbarê polîsên li qadê berpirsiyar de jî pêvajoya dozê hatiye destpêkirin û derabarê mijarê de ji aliyê heyeta dadgehê ve di rojên borî de keşfek hatieye kirin. Nadîde wiha dawî li axafitina xwe anî: " Em ê hem li vir hem jî li Enqereyê derabrê bûyerê de ji bo ku biriyara bêcezahiştinê neyê dayîn tişt ji destê me tê bikin. Em hêvîdarin ku ev dosya jî wekî dosyayên din ên mîna wê bê encma nemîne."