Fîgen Yuksekdag: AKP ya frena wê teqyaye nikare bisekine, divê em bidin sekinandin 2018-06-04 09:06:07   Habîbe Eren   ENQERE - Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku  girtî ye, diyar kir ku beriya tifaqa ‘Cumhur’ û ‘Mîllet’, tifaqa ‘gelan’ a HDP’ê ava bûye û wiha got: “Dema rawestandina vê pêşveçûnê hatiye. Frenê AKP’ê teqya ye, nikare bisekine, divê em bidin sekinandin. Jin bi tifaqek xurt dikevin hilbijartinan wê bi ser bikevin.”   Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag  ku ev salek û nîve li Girtîgeha Hejmara 'ê ya Tîpa F ya Kandirayê de girtiye, derbarê hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji ajansa me re axivî.   *Hilbijartin di bin krîza aborî, kaosa siyasî û OHAL’ê de pêk tê. Hûn di hawirek wisa de hilbijartinê çawa dinirxînin?   Me bi dehan carî got ku di bin şertên ne demokratîk de hilbijartin ne rewa ye. Em îro dibînin ku bi mînakên pratîk ev pisgirêk kûrtir bûye.  Her tişt ji muxalefetê re qedexe ye. Bi darbe û çoyê destê xwe kampanyaya hilbijartinê dimeşînin. Ji ber van OHAL nehat rakirin.    Desthilatdariyê li ser muxalefetê zextên giran û qeyranek mezin afirandiye. Di alî siyasî de ev demek dirêj e welat ber bi şer, darbe û kaosê ve birin. Her wiha qeyrana aborî jî li vê zêde bû. Tifaqa AKP-MHP’ê wê dîsa fatureya krîza bixwe afirandine li gel bibirin.   Şertên giran ên hilbijartinê yên dijdemokratîk, di alî jinan de du qat zêdetir tê dîtin. Ewlehiya canê jinan tuneye.  Ji bo jinan ji mekanîzmayên temsiliyeta siyasî derbixin, di şexsê HDP û DBP’ê de operasyonek berfireh hat kirin.  Qeyûm tayînî şaredariyan kirin û saziya hevserokatiyê xespkirin. Di vê pêvajoyê de 43 saziyên jinan ên girêdayî şaredariyan hatin girtin. Ligel vê gelek saziyên din yên jinan hatin girtin. Ji ber vê divê jin bi awayekî çalak tevlî xebatên hilbijartinan bibin û bersiva herî xurt a jinan ya li dijî van êrîşan wê ev be.   *Hûn soz û gotinên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartinê çawa dibînin? Manîfestoya hilbijartinê ya AKP’ê çi sozê dide civakê?   Manîfestoya hilbijartinê ya AKP’ê û danezana wan a herî dawî ji naverokê wêdetir bi rewşa rihê xwe balê dikşîne. Ketiye tengasiyê û tu soza ku bide gel nemaye. Ev 17 sale her cureyê hêz û derfetê bi kar aniye û  niha jî xwe dubare dike. Rewşa rihê wê yê westyayî û tengezar bûye, heye. Dema mirov li gotinên Erdogan û yên derdora wî dinêrin mirov dibînin ku ew jî ji axaftinên xwe êdî bêzar bûne. Di hundir de jî di derve jî enerjiyê pêk nayne.   Dema mirov li soz û gotinên wan dinêrin, mirov dibînin ku hilberîneriya wan a siyasî têk çûye, desthilatdariyek ku zirarê dide xwe û derdora xwe heye. Dema mirov vê dibînin ne pêkan e ku mirov terza îcraatek bi tendurist bibînin. AKP û Erdogan bi şer, qeyran, OHAL û yek mêrî dertên pêşberî hilbijêran.