Jinan ji Amedê bang kir: Dema hun diçin ser sindoqan carek din bifikirin 2018-06-04 09:02:38   AMED - Jinên Amedî diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ranebe wê gelê kurd azad nebe û dema diçin ser sindoqan divê vê bifikirin.   Xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasiyî bê navber didomin û jinan diyar kirin ku wê hesabê Sûr, Cizîr û Nisînê di 24’ê Hezîranê de bi piştgiriya ku bidin HDP’ê bipirsin. Jinan gotin li dijî zilma desthilatdariyê ya bi salan berdewam dike, yekitî divê û ji bo azadiya gelan jî divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe.   ‘Ne komara Tirkiyeyê, komara Tayyîp e’   Safiye Sezgîn bertek nîşanê hilbijartina serdegirtinê da û wiha got: “Ev ne komara Tirkiyeyê, komara Tayyîp e. Ji bo hîle neyên kirin divê em ewlehiya sindoqan bigirin. Êdî wê ev zilm bi dawî bibe. Bi pere nikarin gel bixapînin. Erdogan kîjan kevirî rake wê ji binî kurd derkevin.”   Hanîfe Ozkiliç jî bal kişand ser zilma li ser gelê kurd û ev tişt bi lêv kir: “Gel ji bo bibe yek û xwedî li axa xwe derkeve divê dakevin qadan. Îro roja yekitî û bihevrebûnê ye. ciwan, kal û pîr ferq nake. Bila tu kes xwe ji bo pere nefroşe.”   Hamdiye Çetîn jî destnîşan kir ku divê kurd hişyar bibin û xwedî li hev derkevin û got bila têbikoşin, Kurdistanê ava bikin.   ‘Tiştên li Sûrê hatin jiyîn nayên jibîrkirin’   Hulya Varan jî bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ranebe wê gelê kurd azad nebe û got: “Bi azadiya Abdullah Ocalan gel dikarin azad bibin. Divê em ji xwe bi felsefeya wî rêxistin bikin. Em ê her tim bêjin ‘Berxwedan jiyan e’.”   Medîne Orman jî got dema deng tên bikaranîn divê her kes tiştên hatin jiyîn li ber çavan bigire. Hayriye Dogan jî anî ziman ku ew van rojan tu car ji bîr nakin û ew êdî mirin, şer û komkujiyan naxwazin.”