ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-04 09:00:00   *Berdevka karkeran ya ji kar hat avêtin, mobînga li ser jinan a li cihê kar vegot û got di 24’ê Hezîranê de dengê xwe nedin partiyên li cem patronan. BI DÎMEN   *Jinên Amedî diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ranebe wê gelê kurd azad nebe û dema diçin ser sindoqan divê vê bifikirin. BI DÎMEN   *Yek ji namzedên HDP’ê yên ciwan Cansu Îrem Kalender  diyar kir ku yekane partiya ku ciwan û jin dikarin lê siyasetê bikin HDP ye û got wê li meclîsê ji bo ciwan û jinan bixebite. BI DÎMEN   *Endamên Platforma Jinan a Ahtamara, li ser mirina bi guman a Dîlek Olgun ku li gundê sînor ê Qelqeliyê pêk hat, çû cem malbata wê.  Platformê li gund tespît kir ku zarokên keç yên gund zû tên zewicandin, di bin zextê de dijîn, ji ber leşkerên Îran û Tirkiyeyê nikarin derkevin derve û cemat bandorê li ser zarokan dike.  Her wiha heman platformê aşkera kir ku  rêjeya întîxra zarokên kûr û keç jî zêde ye. BI DÎMEN   *Pero Dundar a  ji rêza duyemîn namzeta HDP’ê ya Mêrdînê ye, diyar kir ku wê dengên gelan bibin Meclîsê û wiha got: “Em ê zîhniyeta yek mêrî bişkînin. Em jin divê ji bo vê bixebitin.” BI DÎMEN   *Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku  girtî ye, diyar kir ku beriya tifaqa ‘Cumhur’ û ‘Mîllet’, tifaqa ‘gelan’ a HDP’ê ava bûye û wiha got: “Dema rawestandina vê pêşveçûnê hatiye. Frenê AKP’ê teqya ye, nikare bisekine, divê em bidin sekinandin. Jin bi tifaqek xurt dikevin hilbijartinan wê bi ser bikevin.”   *Desthilatdariya AKP’ê li pêkanînên zayendperest yên wekê ‘otobusa pembe’, ‘teqsiya pembe’, pêkanîna ‘Ji bo nexweşên jin xebatkarên jin’ zêde dike.  Sekretera Jinan a SES’ê Selma Atabey  diyar kir ku di etîka tipê de newekheviya zayendî tune ye û got divê jin ewil xwe bigihîne ximzeta tenduristiyê ya baş. BI DÎMEN