Li Wanê sendoq emanetî jinan e 2018-06-03 09:07:35   WAN - Jinên wanê yên ku bertek nîşanî biryara YSK'ê ya guhertina cihê  244 sindoqên li 10 navçeyan dan wiha gotin: "Em ê xwedî li sendoqan derkevin. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin. Herî zêde bila sendoqan ji gundekî bibin gundekî din. Sendoq emanetî hilbijêrên Wanê ne."   Lijineya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Beriya hilbijartinên 24'ê Hezîarnê li gel hemû îtîrazên CHP û HDP'ê biryara ku sendoq ji cihên wanbên barkirin da.  YSK'ê li ser daxwaza waliyên 19 bajaran YSK'ê biryar ku wê bi hezaran hilbijêran mexdûr bike da. Jinan diyar kir ku biryar li dijî muxalîfan hatiye dayîn û wiha gotin: "Senoqan dibin ku bila bibin, lê wê nikaribin me asteng bikin. Sendoq li ku dibin bila bibin em ê dengê xwe bi kar bînin û li dengê xwe xwedî derkevin."   'Wê gelê me bi awayê dildar bi me re bixebite'   Endama Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê Xecê Kiye diyar kir ku li Wanê li 10 navçeyan cihê 244 sindoqan tê guhertin û bi vê biryarê hilbijêrên HDP'ê hedf hatine  girtin. Xecê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Dema ku mirov li herêmên cihên sindoq jê tên barkirin dinêre cihên ku HDP ji wan ji sedî 95 deng girtine ne.Sendoq barkirin cihên ku herî  zêde AP'yî û cerdevn lê dijîn.  Ev jî dide nîşan ku YSK ji bo hilbijêrên HDP'ê dengê xwe bi kar neynin her tiştî dike."     Xecê diyar kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de berpirsiyariya xwe bi cih bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê di 24'ê Hezîrnê de hilbijêran bibin herêmên ku sindoq lê hatine danîn. Yên ku em nikaribin bibin jî em radestî welatparêziya hilbijêrên xwe dikin. Ji bo ku dengek jî vala neçe çi ji destê me bê em ê bikin."   'Barkirina sendoqan darbeya li dijî hilbijêran e'   Fatma balkan a ku li navçeya Şahê ya ku li 13 herêmên wê sendoq hatine barkirin jî bertek nîşanî biryarê da û wev tişt got: "Tişta ku me bi keda xwe bi dest xistiye jî ji me digrin. Hilbijartina zordest û barkirina sendoqan li dijî me darbe ye.  Divê ku jin li dengê xwe xwedî derkevin û sendoqan bardikin ku bila bar bikin divê ku biçin dengê xwe bi kar bînin. Bila jin li dengê xwe xwedî derên."     Fatma wiha dawî l iaxaftina xwe anî :"Em ê dengê xwe li dijî tecrîdê, li dijî kesên ku zilmê dikin, îşkenceyê dikin û ji bo zarokên me yên ku girtî ne bi kar bînin. Em dengê xwe ji pergala ku zilmê dike re nahêlin."   'Em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin'    Dilnaz Babur  a ku li Şxê dijî  diyar kir ku ew 24'ê hezîranê ji bo kurdna girîng dibîne û ev tişt  got: "Bi barkirina sendoqan re wê tu tişt neguhere. Li şaxê li gelek herêman sendoqa ji cihên xwe hatin barkirin. Lê wê planekî din ê AKP'ê disa bê encma bimîne. Ji ber ku gelê Şahê HDP'yî ye. Divê hilbijartinê de jî sendoqan bibin kîdera şaxê jî  hilbijêrên HDP'ê hene. Em ê li sendoq û îradeya xwe xwedî derkevin."