'Jina Kurd her dem pêşengtiya nasnameya netewebûyinê kiriye' 2018-06-03 09:01:17   Lîlav Elî-Tolîn Mihemed   ŞEHBA - Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gelê Efrînê li Kampên Şehbayê bi cih bûn û li wir berxwedana xwe didomîn. Endama Rêveberiya Kantona Şehbayê Moşîra Mele Reşîd derbarê rewşa kampê û têkoşîna jinê ya li Efrînê nirxandin kir û got:"Jina Kurd her dem pêşengtiya nasnameya netewebûyinê kiriye û bi hêza xwe ya mezin di her qada jiyanê de berxwe da. Berxwedana li Efrînê jî mînaka berxwedêriyê ya jina Kurd a li ber çava ye. Niha jî jina Kurd li Kampên Şehbayê tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin."   Piştî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên girêdayî wê ya li dijî Efrînê, bi deh hezaran gelê bajêr ji bo xwe ji êrîşên hewayî û bejahiyê biparêz e derbasî Kantona Şehbayê bûn. Bi deh hezaran Efrîniyên li kampên Berxwedan a li navçeya Fafîn û kampa Serdem a li navçeya Ehres li benda roja ku dê vegerin ser axa xwe ne û ji bo vê yekê berxwedana xwe didomînin. Endama Rêveberiya Kantona Şehbayê Moşîra Mele Reşîd derbarê rewşa kampê û têkoşîna jinê ya li Efrînê nirxandin kir û bal kişand ser berxwedana jina Kurd a ji dîrokê heta niha û diyar kir ku jinên Kurd di qadê de ji bo nasname û azadiya xwe berxwe daye.   Moşîrayê da zanîn ku di destpêka berxwedana Efrînê de heta dawî jina Kurd hêviya xwe wenda nekir û berxwedana xwe domand û got:"Ji ber ku jinê Kurd di dîrokê de pêşengtiya parastina çand, huner, dîrok, wêje, ziman û hebûna xwe kiriye loma hêza xwe niha ji dîroka xwe digirin. Hêza xwe ji xwedawendên xwedî îrade û hêza azad digirin. Niha jî bi heman hêz û quwetê li Kampên Şehbayê li berxwe didin."   'Tovên berxwedana ku li Efrînê hat avêtin niha li Şehbayê şîn dibin'   Moşîrayê bi lêv kir ku tovên berxwedana ku li Efrînê hat avêtin niha li Şehbayê şîn dibin û wiha berdewam kir:"Jinên Kurd ên ku li Efrînê û niha Şehbayê berxwe didin ji cîhanê re bûn mînak. Jinên Kurd ên ku xwe bi ramanên Rêber Apo bi rêxistin  dikin nûnertiya xwe ya nasnameya neteweyî didomînin."   'Hêza jina Kurd her dem di dilê neyaran de tirsek mezin ava kir'   Moşîrayê da zanîn ku hêza jina Kurd her dem di dilê neyaran de tirsek mezin ava kiriye loma her dem hedef hatiye girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li ser her çar parçeyên Kurdistanê dê têkoşîna jina Kurd a bêhempa bidome. Heta ku jina Kurd li ser rûyê erdê be û hilmê bistîne dê heta dawiya hilma xwe berxwe bide û bejna ku li ber dagirkeran netewîne."