ROJEVA 3'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-03 09:00:00   *Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gelê Efrînê li Kampên Şehbayê bi cih bûn û li wir berxwedana xwe didomîn. Endama Rêveberiya Kantona Şehbayê Moşîra Mele Reşîd derbarê rewşa kampê û têkoşîna jinê ya li Efrînê nirxandin kir û got:"Jina Kurd her dem pêşengtiya nasnameya netewebûyinê kiriye û bi hêza xwe ya mezin di her qada jiyanê de berxwe da. Berxwedana li Efrînê jî mînaka berxwedêriyê ya jina Kurd a li ber çava ye. Niha jî jina Kurd li Kampên Şehbayê tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin. "   *Lîstikvan Denîz Turkalî diyar kir ku hunerê nikarin tu car bigirin bin zextê û wiha got: “Desthilatdarî her tim zextan dike lê huner wê riya xwe bibîne. Hem HDP’ê û hem jî Selahattîn Demîrtaş  desthilatdarî û muxalefet serobino kirine û ji ber vê dijmin hatine dîtin. Jin wê di her serdemê de hêza bavisalariyê tune bike.” BI DÎMEN   *Merala biçûk ya di darbeya 12’ê îlonê de ku di 12 saliya xwe de hat girtin û xistin girtîgeha Amedê niha ji Rihayê namzeda HDP’ê ye.  Meral Balter ya li Kurdistanê li dijî zîhniyeta mêr têkoşîn da û di berxwedana Geziyê de jî cih girt, jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiriye. BI DÎMEN   *Du zarokên bi navê A. û M. yê 13 û 12 salî ji bo dibistanê bixwînin tacên ku dayika wan bi kulîlka çêkirine difroşin, wiha dibêjin: “Em spartekên xwe êvarê çêdikin û sibehê diçin parqê. Em dibêjin belkî em zêde pere qezenc bikin û havînê ji betlanê bikin.”   *Namzeda rêza duyemîn a Eziromê ya HDP’ê Zelîha Dundar ev 20 sale bi awayekî aktîf di siyasetê de ye. Zaliha niha xwe amade dike ku jinên Erziromê li meclîsê temsîl bike. BI DÎMEN   *Gundiyên ji ber qedexeya zozanan pirsgirêkên mezin yên aboriyê dijîn, bertek nîşanİ berdewamkirina qedexeyan dan û gotin wê li ser sindogan hesabê vê  bipirsin. BI DÎMEN   *Jinên Wanî ku bertek nîşanî biryara YSK'ê ya ku cihên sindoqan diguhere dan diyar kirin ku ew ê li sendoqên ku îradeya wanin xwedî derkevin. BI DÎMEN