Li Girtîgeha Tarsûsê li 13 jinan cezayê hucreyê hat birîn 2018-06-01 12:40:12   MÊRSÎN - Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê cezayê hucreyê dan 13 girtiyên jin ên ku li dijî lêgerîna tazî derketin. Her wiha hat gotin êrîş birin ser jinan.   Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê cezayê hucreyê dan 13 girtiyên jin ên ku li dijî lêgerîna tazî derketin. Her wiha hate gotin êrîş birin ser jinan.   Rêveberên Partiya Şoreşger Cansû Esenlî û Gamze Taşçî ku piştî hatibûn girtin, 5’ê Çile ew kiribûn Girîgeha Jinan a Tarsûsê, piştî ku beriya bi çend rojan hatin berdan, gotin îşkenceyê li girtiyan dikin, girtiyên tazî dikin û li ser wan digerin, her wiha bi nîzama leşkerî ferz dikin ku girtiyan bihijmêrin.   Li gorî nûçeya rojnameya Tirk Cumhuriyetê Cansû Bellî got li Girtîgeha Tarsûsê hê jî binpêkirin didomin û domand, ‘’Ez 4 mehan li girtîgehê mam. Ji dema ku ku hatim girtin êşkenceya fizîkî û psikolojik hebû. Dema ku ez birim girtîgehê ez tazî kirim û ser min seh kirin. Ez xistim koxuşa demdemî. 3 rojan av nedan. Li gel ku regl bûm jî ped nedane min.’’   Cansu Esenlî got piştî ku wan li dijî tazîkirina girtiyan bi rengê ‘FEMEN’ê çalakî kirin ew avêtin hicrikê û got, ‘’3 rojan li hicrikê mam. Li gel ku cezayê min nebû jî 3 rojan ez kirim hicrikê. Ji 13 jinan 2 jê sorgon kirin, yên dî jî ceza dane wan ku bi bi malbatê re bi telefonê neaxivin û her wiha hevdîtinê nekin.’’   Gamze Taşçî jî got, ‘’Ez dema ku li wir bûm bi porgîşa 4 hevalên mê yên jin girtin, bi erdê ve xijiqandin û ew kirin hicirikê. Me ev şermezar kir. Li ser me lêpirsîn vekirin û li ser girtiyên 6 koxuşan cezayê ku nikaribin kesî bibînin û bi kesî re bikevin têkiliyê dan. Cezayê hicrikê dane 4 hevalan.’’