ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 20182'AN 2018-06-01 09:00:00   *Giyayên xwezayî yên ji bo nexweşiyan tê bikaraîn cihekî taybet di jiyana mirovan de digire. Qesirmehûd jî yek ji van giyayan e û ji bo nexweşiya şekir û mîdê derman e.   *Jinên Şengalê derbarê tecrîda giran a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bertekên xwe nîşan dan û gotin:"Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî rûmeta mirovatiyê ye." BI DİMEN   *Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê de bi hezaran kes koçber bûn, gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek zarok jî sêwî man. Zarokê bi navê Muhammed Xelîl jî yek ji wan zarokane ku di encama tanq, top û balafirên dewleta tirk de bê bav çavên xwe ji cîhanê vekir. DÎMEN HEYE   *Bi nêzîkbûna Hilbijartinên 24'ê Hezîranê re dîsa waliyên AKP'ê ketin tevgerê û ji bo ku cihên sendoqan biguherin û ji cihên wan bar bikin YSK kirin dewrê. Bi biryara YSK'ê li Serhedê wê cihê gelek sendogan li gund û navçeyan bê guhertin û ji cihên xwe bên barkirin. Jinên Muşê bertek nîşanî vê biryarê dan û bang li hemû jinan kirin ku di 24'ê hezîranê de xwedî li sindoqan derkevin. BI DÎMEN   *Jinên li Stenbolê kolan bi kolan digerin û ji bo HDP’ê dengan dixwazin, 24’ê Hezîranê wek deriyê rizgariyê dibînin û wiha gotin: “Bi têkoşîna hevpar divê em vî agirî bitemirînin. Ji ber vê hîna ku em zêde neşewitînin divê em vî agirî bitemirînin. Dema me kêm maye.” DÎMEN HEYE   *Şêx Saîd, Leyla Qasim, Radyoya Erîwanê, Med TV, HADEP û pergala hevserokatiyê.. tiştên ku Berdriye Kiliç di jiyana xwe ya 62 salî de hewandiye, dîroka vejîna gelekî bi kurtasî vedibêje. DÎMEN HEYE   *Namzeta HDP’ê ya Enqereyê parêzer Ceren Şîmşek diyar kir ku ji bo dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîn bê dayîn divê li ba HDP’ê  bên cem hev û wiha got: “Dem ez bêm hilbijartin, ez ê bi komeleyên jinan re bixebitim û bibim dengê jin û zarokan. Têkoşîna min wê bi jin û zarokan re be.” DÎMEN HEYE   *H. ji aliyê kesê bi navê M.B ve ku li Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Meletiyê wek serokê ajokaran dixebite ve rastî îstîsmara zayendî hat û gilî kir. H. diyar kir ku li şûna midûr bi wê bawer bike, gotinên M.B li ber çavan digire û cihê peywira wê guhertiye. H. got ew ji jinan piştgiriyê hêvî dike û got sazî tacîzê piştguh dike.   *Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku li dijî ferasetek siyasî ya hemû gelan tune dihesibîne, yekane biryara herî baş tercîhkirina HDP’ê ye û got yekane navnîşana bindestan HDP ye. DÎMEN HEYE   *Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, ji HDP’ê li Mêrdînê ji rêza 4’emîn namzeta parlamenteriyê ye. Ebruyê diyar kir ku wê li dijî tecrîdê li meclîsê têkoşînê bidomîne û wiha got: “Li dijî tecrîdê têkoşîn peywira me hemûya ne. Ji ber rastiyek wisa heye;Li Tirkiyeyê şer tecrîdê, tecrîd jî şer kûr dike. Ji bo avabûna aştiya civakî divê tecrîd bê şikandin.” DÎMEN HEYE   *Arzu Çerkezoglu ya di dîroka DÎSK’ê de yekane jina dest bi peywira serokatiya giştî kiriye, diyar kir ku ew ê ji bo sendîkabûn û rêxistinbûna bi mîlyonan jinên li tekstîlê, li atolyeyan, li nexweşxaneyan, AVM’yan û qadên din dixebitin xebatan bimeşîne. BI DÎMEN