Li Şengalê hemleya perwerdeyê dest pê kir 2018-05-31 13:31:25   Orivan Ebdo-Veyan Said    ŞENGAL - Di çarçoveya pêşketin û perwedekirina jinên Êzidî de bi pêşengtiya TAJÊ hemleya perwerdeyê li Şengalê dest pê kir.    Di çarçoveya pêşketin û perwedekirina jinên Êzidî de bi pêşengtiya TAJÊ hemleya perwerdeyê li Şengalê dest pê kir. Di perwedeyê de dê mijarên wekî dîrok, di çanda Êzidîtiyê de rol û risteya jinê, xwerêxistinkirin dê bên dîtin.    Endama Rêveberiya TAJÊ Xoxê Cindî derbarê hemleya perwerdeya jinê axivî û got:"Perwede ji bo her qadên jiyanê girîng e loma divê hewldana me ya derbarê perwerdeyê de her zêde be. Jinan perwerdekirî û zana di civakê de her dem hîn pêş ketiye. Ji bo naskirina dîrok, çand û nasnameya xwe divê em girîngiyê bidin perwedeyê. Ji bo li dijî planên qirêj ên desthilatdaran perwerde şert e. Em ê li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo perwedeyên xwe her dem bidomînin."