Li Maraşê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin 2018-05-31 09:55:55   MARAŞ - Li navçeya Dulkadirogluyê Hanife Akdişli li mala xwe bi îşkenceyê hat qetilkirin.    Hanife Akdişli (80) ya ku li Navçeya Dulkadirogluya Maraşê dijiya li mala xwe bi îşkenceyê hat qetilkirin. Polîs û servîsa lezgîn hatin cihê bûyerê.    Piştî lêkolîna dozgerê komarê ya li cihê bûyerê cenazeyê Hanifeyê rakirin Morga Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Sutçu Îmam.   Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.