‘Girtiyên nexweş terkî qedera wan nekin’ 2018-05-31 09:02:17   Berîtan Canozer   STENBOL - Sîbel Çapraz diyar kir ku girtî ji ber polîtîkayên dewletê bi pisgirêkan re rû bi rû dimînin û bang kir ku girtiyan terkî qedera wan nekin.   Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê  girtiya nexweş Sureyya Bulut a bi nexweşiya Tuberkuloz (Jana Zirav) ketiye û nehatiye dermankirin, ji ber xwîn vereşiya rakirin nexweşxaneyê.   Sîbel Çapraz jî di 2016’an de li Geverê ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin û tevî roviyê wê ji derve bûn xistin girtîgehê û bi mehan ew derman nekirin. Sîbel a bi zexta rayagiştî hat tahliyekirin ji bo girtiyan bang kir.   Sîbelê da zanîn ku li girtîgehan 950 girtî hene û nêzî 400’î nexweş in û got bi OHAL’ê re rewşa li girtîgehan xetertir bûye. Sîbelê wiha berdewam kir: “Koxuş tije bûne. Di nav de nexweş, pîr û zarok jî gelek zêde ne. Ergîn Aktaş du destê wê tuneye. Dayika Sîsê 80 salî ye. Sureyya Bulut ev 23 sale çavekî wê tenê dibîne.    Sîbelê destnîşan kir ku bi hêza ji wan girtiye enerjiya wê ya jiyanê zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêviya min mezin bû. Rêveberiyên girtîgehan bi nexweşan re eleqeder nabin. Ji bo berpirsiyariyê ji hustê xwe derxin her tiştî dikin. Li dijî van pêkanînan divê mirov serbilind bin. Dema em li mafên xwe digerin ew girtekan digirin û vê jî diguherin cezayan.”   Sîbelê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên nexweş û got rewşa Sureyya Bulut her diçe giran dibe û heta rewşa girtiyan giran nebe pê bawer nakin.   Sîbelê destnîşan kir ku li girtîgehê odeyên dermankirinê tuneye û hemû nexweş di hucreyan de tên girtin û girtî her tim tên şopandin û her wiha dermanên wan bi rêk û pêk nayên dayîn, nabin kontrolê.   Sîbelê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê hemû girtiyên nexweş bên tahliyekirin.