'Ji bo em dîsa vegerin ser axa xwe em têdikoşin' 2018-05-31 09:01:31   Lîlav Elî-Tolîn Mohemed   ŞEHBA - Jinên ji Gundê Kefersefirê yên Cindirêsa Efrînê da zanîn ku ji bo ew dîsa vegerin ser axa xwe ew têdikoşin û gotin:"Jinên Kurd li Efrînê bi têkoşîna xwe ya bêhempa nîşan dan ku ew tu carî teslîm nabin."   Piştî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên girêdayî wê ya li dijî Efrînê, bi deh hezaran gelê bajêr ji bo xwe ji êrîşên hewayî û bejahiyê biparêz e derbasî Kantona Şehbayê bûn. Bi deh hezaran Efrîniyên li kampên Berxwedan a li navçeya Fafîn û kampa Serdem a li navçeya Ehres li benda roja ku dê vegerin ser axa xwe ne. Jinên ji Gundê Kefersefirê yên Cindirêsa Efrînê diyar kirin heta niha ew çawa li dijî zilm û pêkhatinên dijmirovahî sekinîn ew ê niha jî vê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Jina bi navê Esmehan Cafer got:"Em xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo bi rêxistin dikin û li dijî zordestiyên desthilatdaran disekinin. Di berxwedana serdemê de jinên Kurd berxwe dan û nehiştin ku tu hêz îradeya wan bişikîne. Em li dijî hemû hovîtiyan sekinîn û me xwe parast. Em ê di oxira têkoşîna azadiyê de têkoşîna xwe bidomînin."   'Me bi îradeyek azad xwe parast'   Xedîc Resulo jî da zanîn ku wan bi îradeya xwe ya azad xwe parastine û got:"Ji roja destpêkê heta dawî me li gundê Kefersefirê xwe parast û serî li dijî desthilatdaran netewand. Tevî tank û topên dewleta tirk me berxwe dan û me hêviya xwe tu carî wenda nekir. Em niha jî têdikoşin ku em dîsa vegerin ser axa xwe."   'Me heta dawî li ber xwe dan'   Newroz Sîdo jî da zanîn ku wan heta dawî li dijî tank û topên dewleta tirk li ber xwe dane û got:" Dema ku dewleta tirk li Efrînê êrîşî gel kir, em bûn şahidên qetilkirina zarok û jinan. Bi awayekî hovane êrîş dikirin. Dewleta tirk di bin navê ewlehiyê de berjewendiyên kesayetî diparast û gelê Efrînê yên sîvîl qetil dikirin. Lê gelê Kurd hêza xwe ji têkoşîna xwe ya bi salan digirin em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."