ROJEVA 31'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-31 09:00:00   *Jinên ji Gundê Kefersefirê yên Cindirêsa Efrînê da zanîn ku ji bo ew dîsa vegerin ser axa xwe ew têdikoşin û gotin:"Jinên Kurd li Efrînê bi têkoşîna xwe ya bêhempa nîşan dan ku ew tu carî teslîm nabin."   *Sîbel Çapraz diyar kir ku girtî ji ber polîtîkayên dewletê bi pisgirêkan re rû bi rû dimînin û bang kir ku girtiyan terkî qedera wan nekin.   *Li Amedê xebatên hilbijartinê didomin û hevseroka HDP’ê Fîlîz Buluttekîn derbarê ku bi hinceta ewlehiyê li 66 taxên Amedê sindoq hatine barkirin de wiha got: "Sindoqan bibin qerekolan an jî bibin fîzanê jî em ji bo vê hewlesta dijdemokratîk têk bibin, em ê ji gel re bibin alîkar ku dengên xwe bi kar bînin. Em ê wê rojê sindoqan li dijî dizan biparêzin." DÎMEN HEYE   *Prof Dr. Beyza Ustun  diyar kir ku ekolojîst û gel xwedî li Heskîfê derneketine û divê xwerexnedayîna vê bê dayîn û wiha got: "Li dijî qirkirina xweza, dîrokû çandê divê bi HDP’ê re têkoşîn bê dayîn." DÎMEN HEYE   *Jinên astengdar ku tenê di hilbijartinan de tên bibîranîn diyar kirin ku ew bi sozên vala bawer nakin û got ancax kesek ji têkoşîna astendariyê tê dikare wan li meclîsê temsîl bike. DÎMEN HEYE   *Namzeta HDP’ê ya ji rêza 2’emîn Nuran Îmîr got ew hatine ku zîhniyeta serdest a mêr hilweşînin û wiha got: “Me têkoşîna Bêrîvanan dewr girt. Em ê hewl bidin  ji Dayika Taybet û Cemîleyê re bibin bersiv.” DÎMEN HEYE   *Arzu Moco  ku ji Qersê namzeta rêza duyem e, diyar kir ku wê ji ber pirrengî û nûneriya hevserokatiyê HDP tercih kiriye û soz da ku wê bi jinên Qersê re polîtîkayên AKP’ê yên jinan hepsî malê dikin, ji holê rakin. DÎMEN HEYE   *Xebatkara Heyva Sor a Kurd Mejdolîn Sîno banga hestiyariyê ji hemû saziyên mafê mirovan re kir ku dawî li bêdengiya xwe bînin û deng bidin gelê Efrînê yên ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne û got:"Gelê Efrînê yên ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne tevî hemû zehmetiyan berxwe didin. Lê divê hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî piştgiriyê bidin vê berxwedanê."