Li buroya hilbijartinê Atolyeya 'Hevjiyana Azad' hat çêkirin 2018-05-30 14:12:19   Li buroya hilbijartinê Atolyeya 'Hevjiyana Azad' hat çêkirin   AMED - Li buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Kayapinarê Atolyeya 'Hevjiyana Azad' hat çêkirin. Li atolyeyê mijar bi skeçan hat ravekirin û bi nîqaşan atolye bi dawî bû.    Li buroya hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Kayapinara Amedê Atolyeya 'Hevjiyana Azad' hat çêkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Bajarê Amedê ya HDP'ê Filiz Buluttekin, namzetê parlamenteriyê yê Amedê Abdurrahim Durmuş û Rêveberên Navçeya Kayapinarê û rêveberên navçeyê, beşdarî atolyeyê bûn. Li atolyeyê bi skeçan mijar hat ravekirin.    Li atolyeyê diyolaga jinekê û mêrekî ya di nava jiyanê de bi skeçan hat ravekirin. Li ser diyalogan jî nîqaş hatin kirin.    Piştî nîqaşan atolye bi dawî bû.