Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê didomin 2018-05-30 09:58:45   NAVENDA NÛÇEYAN-Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bê navber didomin. Li Şirnexê û li Edeneyê buroyên hilbijartinê bi coşek mezin hat vekirin, li Antalya û Hatayê jî namzetên parlamenteriyê çûn serdana bazirganan.    Edene   Rêxistina Bajarê Edeneyê ya HDP'ê li Kuçeyên Kuçukdikili û Denizliyê yên navçeya Seyhana Edeneyê buroyên hilbijartinê vekirin. Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê beşdarî vekirina buroyan bûn û bi coş û beşdarbûnek mezin hatin pêşwazîkirin. Vekirina buroyê bi govendê pêk hat û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Girtiyên siyasî rûmete me ne" hatin berzkirin.    Piştî vekirina buroyê namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê Deniz Varol bang kir hemû kes li sindoqan xwedî derkevin. Rozerin Tosun jî bang kir ku hemû kes li dijî ferzkrina ajantiya ya li ser ciwanan têbikoşin. Beritan Onen jî got:" Em ê tevî hemû dek û dolabên ku hûn digerînin bi ser bikevin."   Di vekirina buroya hilbijartinê ya Kuçeya Denizliyê de kesê bi navê Cahit Guven hat binçavkirin. Nehat hînbûn ku Cahit ji bo çi hatiye binçavkirin. Cahit birin Navenda Polîsan a Denizliyê. Piştî vê bûyerê Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Tulay Hatimogullari axivî û bang kir ku hemû kes li sindoqan xwedî derkevin. Piştre buroya hilbijartinê bi çepikan hat vekirin.    Antalya   Bi beşdarbûna namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê yên Antalyayê Kemal Bulbul, Gulsum Guzel, Îhsan Nergiz, Meral Geylani û Salih Varol li navçeya Kepezê ya Antalyayê serdana bazirganan hat kirin. Bazirganan bi namzetan re sohbet kirin û behsa qeyrana aborî kirin û gotin ew gelek di bin vê bandora qeyrana aborî dimînin. Piştre namzetan serdana Bazara Bajêr a li Kuçeya Kizilarik kirin û bazirgan û welatiyên ku hatin Bazara Bajêr jî ziyaret kirin.    Hatay   Li Hatayê namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Hulya Kavuk, Mihat Miroglu û Kerem Nalbant Li Kuçeya Çekmeceyê ya Antakyayê bazirgan ziyaret kirin. Bazirganan û welatiyan eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan. Bazirganan got "Ji bo AKP biçe em ê dengê xwe bidin HDP'ê". Herî dawî namzetan li Kuçeya Çekmeceyê vekirina buroya hilbijartinê pêk anîn.    Şirnex   Li li ser Kolana Nisêbînê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi beşdarbûna hezaran kesî vekirina buroya hilbijartinê pêk hat. Di vekirina buroyê de Pankartên ku wêneyên Hevserokên HDP'ê yên Giştî Pervin Buldan û Sezai Temelli û namzetê serokkomariyê Selahatin Demirtaş li ser bû hat aliqandin. Namzetên Parlementeriyê yên HDP'ê Nuran Îmir, Huseyin Kaçmaz û Serdar Kuni û gelek partiyî beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Namzetên HDP'ê bi gel re govend gerandin.    Piştî gerandina govendê Nuranê axivî û got:"Ji bo sekna we ya jixwebawer spas dikim. Cîzîra Botan bajarê Egîd û Bêrivanan ên ku çong danenîn e. Em soz didin Mehmet û Bêrîvanan ku em ê ala wan hilgirin û bilind bikin. "   Piştî axaftinê buroya hilbijartinê hat vekirin û namzetan bi gel re govend gerandin. Piştî vekirina buroyê gel dirûşmên 'Serok Selo' berz kirin loma di nav gel û polîsan de nîqaşek biçûk derket.