KA.DER: Meclisa bêyî jinê wê nîvco bimîne 2018-05-29 11:17:39   STENBOL - KA.DER a ku nîşandana hejmara partiyên siyasî ya namzedên jin rexne kir got; "Meclisa bêyî jinê wê nîvco bimîe."    Komelya Piştevaniya bi Namzedên Jin re (KA.DER), li avahiya komeleya xwe, derabarê hejmara namezedên jin ên partiyên siyasî de civîn li dar xist. Di civîna ku hat kirin gelek jin  û rêveberên KA. DER'ê amade bûn.  Seroka Kaderê  Nuraya Karaoglu ya ku di dicîvînê de axivî diyar kir ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê di nava 4 hezar û 200 namzed de tenê 931 namzedên jin hene û got ku tenê ji sedê 5,4'ên jinan ji rêza duyemîn hatine nîşandan.   Nuray di berdewamiya axafitna xwe de got ku partiyên siyasî bi vê helwesta xwe nîşan dane ku tenê jinan wekî hilbijêr dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinên ku ji sedî 50 hejmara civakê temsîl dikin û ji sedê 51'ê hilbijêran e nîşandana wan ya di lîsteyan de ku ji sedî 22 ye nîşanî me dide ku li ser navê jinan mêr biryarê didin.   Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.