Selma Irmak: Gelê Kurd kilîta deriyê çareseriyê ye 2018-05-29 09:02:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê ku niha girtî ye, Selma Irmak, ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocealiyê name şand ji ajansa me re û bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û got:"Ji bo sedsalek din jî em nêyên çewisandin divê em tifaqê di nav xwe de ava bikin û li dijî faşîzma tarî têbikoşin. Çarenûsa hilbijartina pêşwext girêdayî dengên kurdan e. Loma divê Kurd bi rihê yekîtiyê tev bigerin û dengên xwe bidin HDP'ê."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê ya berê Selma Irmak, ji Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê  ji ajansa me JINNEWSÊ re name şand û got:"Partiyên ji xeynî HDP'ê pêdiviyan wan ne ji Kurdan ji dengê Kurdan hene. Loma divê em Kurd di vê hilbijartina pêşwext de rol û mîsyona xwe ya yekîtiyê baş bilîzin û gotina Cegerxwîn a 'Kurdno bibin yek an na hûn ê biçin yek bi yek' ji bîr nekin."   Selmayê diyar kir ku divê Kurd serê xwe bi neynûkên xwe bixurînin û got:"Kurd heta niha li ser axa xwe bû nokên li kevir û hatin çewisandin. Loma divê Gelê Kurd wekî reşikên çavên xwe yekîtiyê biparêzin û li dijî tifaqa qirêj a AKP/MHP'ê xwe biparêzin û di hilbijartinê de xwedî li sindoqan derkevin."   'HDP partiya hemû gelan e'   Selmayê da zanîn ku HDP mafên hemû gelan diparêze û wiha dewam kir:"Tifaqa AKP/MHP'ê li ser pergala yekzilamiyê hatiye avakirin lê HDP partiya hemû gelan e, pirçandiyê diparêze. AKP ji ber ku nikaribû ji nav vê pergala aloz ku ji aliyê Erdogan ve hat avkirin, derkeve wekî çareserî hilbijartina pêşwext xistin rojevê. Divê em nehêlin faşîzm bi ser bikeve."   'Gelê Kurd kilîda deriyê çareseriyê ye'   Selmayê da zanîn ku gelê Kurd kilîta deriyê çareseriyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Mebesta gelê Kurd û HDP'ê ew e ku pergalek wekhev û demokratîk ava bike. Loma dema ku em çûn ser sindoqan divê em destên xwe dînin ser wicdanê xwe û xwedî li dengên xwe derkevin. Ger em bi ser nekevin em ê her dem bên çewisandin. Ji bo em neçewisin divê em li nasname û têkoşîna xwe ya bi salan xwedî derkevin."