Li dijî kesên sûcên şer kirin ‘HDP’ 2018-05-28 09:06:49   ÎZMÎR- Jinên li Îzmîrê xebatên hilbijartinê dimeşînin diyar kirin ku desthilatdarî ji HDP’ê yanî ji jinan ditirse û wiha gotin: “Li dijî kesên sûcên şer kirin em dibêjin HDP’e.”   HDP xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne û li Îzmîrê jî buroya hilbijartinê hat vekirin. Jinên pêşengiya xebatê dikin diyar dikin ku HDP bi qasî ku partiya jina ye partiya wijdan û hiş e jî.   Fatma Kaygisiz bi lêv kir ku HDP partiya Tirkiyeyê ye û  wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo jiyanek bi rumet divê her kes denga xwe bide HDP’ê. Ne tenê Kurd divê hemû ji her alî kes ji bo azadiya xwe denga xwe bidin HDP’ê. Her kes dizane ku li vî welatî aramî tune ye. HDP yekane partiya Tirkiyeyê ye.”   ‘Anket rastiyan nîşan nadin’   Rahîme Tura jî destnîşan kir ku HDP dengê hemû kesên bindest e û wiha pê de çû: “Her kes li gorî xwe anketan çêdike. Lê piraniya van rastiyê nîşan nadin. Bila her kes xwedî li sindoqan derkevin. Her kes dema denga xwe bi kar tîne divê ewil li xwe bifikire.”   Jina bi navê Berîvan Alat jî daxuyakirin ku ew wek kurdekê dengê xwe dide HDP’ê û got AKP ne ji bo jinan ji bo berjewendiyên xwe ‘faliyetên jinan’ dimeşîne. Berîvanê diyar kir ku HDP hem kurdan û hem jî gelan diparêze.   ‘Dsethilatdarî ji HDP’ê ditirse’   Eytan Gulmez jî daxuyakirin ku HDP ji bo şer biqedine wek şansekî ye û ev tişt anî ziman: “Serokê me di girtîgehê de ye. Çima ji ber ku ji HDP’ê ditirsin. Yanî ji gelan ditirsin.  Em ji bo azadiyê dibêjin HDP û mê dengê xwe bidin hedepê.”   Berfîn Ateş jî diyar kir ku di hawirek adîlane de naçin hilbijartinê û got: “Ji bo em bendê derbas nekin hevserok xistin girtîgehê. Ev jî tirsa wan nîşan dide.  Biryara hilbijartinê ji ber tirsê dane. Dengên HDP’ê pir girîngin.”