Jinên Cizîrî di xebata hilbijartinê de ne:Divê em piştî evqas ciwan nesekinin 2018-05-28 09:03:31   ŞIRNEX - Jinên li buroya jinan a HDP’ê ya li Cizîrê vebûye hatin cem hev tax bi tax xebatên rêxistinê hilbijartinê dimeşînin. Jinan zarok, ciwan û jinên li Cizîrê hatine qetilkirin bi bîr anîn û gotin: “Em nikarin piştî evqas ciwan rûnên.”   Yek ji navçeyên ku xebatên hilbijartinê bê navber lê didomin jî Cizîrê ye. Gelê Cizîrê ku tevî komkujî, hilweşîn û koçberiyê axa xwe terk nekir, di buroya HDP’ê ya hilbijartinê de xebatên xwe dimeşîne. Jİnên ku pêşengiya xebatê dikin, tax bi tax xebata hilbijartinê  dimeşînin.   ‘Yên Cizîrê jibîr bikin xayînin’   Fatma Ozal ku yek ji jinên tevî xebatên hilbijartinê bûye, bang kir ku divê gelê Cizîrê di bin sîwana HDP’ê de bê cem hev.  Fatmayê ev tişt bi lêv kir: “Cizîrê tu carî ji sekna xwe tavîz neda.  Yên Cizîra Botan ji bîr bikin xayînin. Em ê dengê xwe dîsa bidin xwe. Emê her tim rêxistina xwe ava bikin. HDP nebe kesên xîtabî me bikin tune ne. Heta niha Erdogan ji bilî mirinê tiştek neda me. Em bi meqernaya  Erdogan naxapin.”   ‘Divê em li pey evqas ciwan runenin’   Xoxê Çaglar jî destnîşan kir ku ji bo hesabê kesên hatin qetilkirin bê pirsîn wê dengên xwe bidin HDP’ê û wiha berdewam kir: “Ji bo xwîn nerêje, zimanê me bê parastin, mirin kuştin çênebe  em ê dengên xwe bidin HDP’ê. Bav bira û kurê min bi destê îktîdarê hatin qetilkirin. Min têkoşîna wan dewr girtiye. Piştî evqas  ciwan em nikarin runên.”   Hevseroka DBP’a Cizîrê Heznî Aslan jî balkişand ser xebatan û wiha got: “Xebatên me wê heta roja dawî bê navber bidomin.Em di buroya jinan de sohbetan dikin. Her şev piştî fitarê em nobetê digirin. Jin bi hev re çayê vedixwin. Sohbetê dikin. Herî zêde dayik xwedî li têkoşînê derdikevin. Em ê her şev li vir bin. Em hemû jinan vedxwînin buroya hilbijartinê ya HDP'ê.”