Ji bo Cemîle Aydin piştgiriyek jî ji Mexmûrê hat 2018-05-28 09:02:03   MEXMÛR - Dayîkên Mexmûrê pişgirî dan dayîka aştiyê Cemile Aydin a ji Îzmîrê di lîsta hilbijartinê ya HDP'ê de cîh girtiye.   Ji hilbijartinên 24'ê Hezîranê re çend roj mane. HDP'ê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Hemû namzet li herêmên xwe digerin û piştevaniya gel dixwazin. Di nava 220 namzetên jin ên di lîsta HDP'ê de dayîka aştiyê Cemile Aydin a 68 salî ku jî Îzmîrê bûye namzed jî heye.    Dayîka Cemile li Herêma 2 emîn a Îzmîrê berendama HDP'ê ye. Hemû dayîk hewil didin xwe bigihînin xebatan û ji bo dayîka Cemile tiştekî bikin. Dayîkên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî piştevaniya xwe ya ji bo dayîka Cemile nîşan dan. Ji dayîkên Mexmûrê Fatma Kara da zanîn ku we li ser navê hemû dayîkên Mexmûrê piştevaniya dayîka Cemîle dikin.   'Divê hemû dayik ji bo Cemîleyê bixebitin'   Dayîka Fatma di serî de hemû dayîkên ji bo HDP'ê dixebitin silav kirin û wiha got: "Em dayîkên Mexmûrê hemû piştevaniya Dayîka Cemile Aydin dikin. Ew nûnera me hemû dayîkan e, di meclisê de. Dê cara yekem dayîkek bi kitana sipî têkeve meclisê, ji bo wê jî divê hemû dayîk ji bo serkeftina  Cemileyê bixebitin."   'Em ji Mexmûr heta Îzmîrê piştgirên Cemîleyê ne'   Dayîka  bi navê Hacer Kara jî piştevaniya xwe ya ji bo dayîka aştiyê Cemile Aydin wiha anî ziman: "Em ji Mexmûr heya Îzmîrê piştevaniya dayîka Cemile dikin. Em serkeftinê ji wê û hemû dayîkan re dixwazin. Bila bizanibe ku em ji dil û can li gel wê ne, durî li pêşiya xebatê ne asteng e, ji vê derê jî çî ji destê me bê em ê ji bo dayîka Cemile bikin."