‘Em ê di 24’ê Hezîranê de bibin bersiv’ 2018-05-27 10:06:04   MERSÎN- Akademîsyen û aktîvîsta LGBTÎ, Dr. Mîhrîcan Zorlu Gulok ku bi KHK’ê hat îxrackirin  diyar kir ku wê li dijî KHK, operasyonên siyasî, cudadîtinê bersiva wan bêguman Selahattîn Demîtaş û HDP be û got wê wek gelan bersivê bidin tifaqa Cumhur û  YSK-AKP’ê.   Ji hilbijartinan re demek kurt ma. Akademîsyen û aktîvîsta LGBTÎ, Dr. Mîhrîcan Zorlu Gulok ku bi KHK’ê hat îxrackirin  got li dijî tifaqa AKP-MHP’ê tifaqa CHP, Îyî Partî, Saadest û Demokrat Partiyê qels e û partiya HDP’ê tevlî neke nasnameya muxalîf nahewîne.    Mîhrîcanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji ber tevlî çalakiyên Egîtîm Senê bûye di 29’ê Kanûna 2015’an de ji peywira xwe ya akademîsyeniyê ya li zanîngehê hatiye îxrackirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez û hevjînê xwe li zanîngehê akademîsyen bûn. Me jî got em şer û çekan naxwazin, em naxwazin kesên bêguneh bimrin. Ji ber vê em hatin îxrackirin.”   Mîhrîcanê daxuyakirin ku AKP ev 16 sal e desthilatdar e û ji ber polîtîkayên dimeşînin Tirkiye veguheriye guloka pisgirêkan. Mîhrîcanê anî ziman ku divê akademîsyen û hîndekarên hatine îxrackirin wek mexdur neyên nîşandan û got wan ji polîtîkayên şer re gotine ‘na’ û ev berpirsyariyek dîrokî û civakî ye.    Mîhrîcanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê li dijî KHK, operasyonên siyasî, cudadîtinê bersiva wan bêguman wê Selahattîn Demîtaş û HDP be û got wê wek gelan bersivê bidin tifaqa Cumhur û  YSK-AKP’ê