Pervîn Buldan: Dê Kurdê dengê xwe nede AKP'ê 2018-05-26 15:30:59   STENBOL- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got:"Heta niha tu hêz têrê nekir ku HDP têk biçe. Bi dengên Kurdan tê xwestin ku MHP'yî di meclîsê de bi cih bibin. Êdî Kurd baweriya xwe bi AKP'ê nîne. AKP dê êdî nikaribe dengekî jî ji Kurdan, Alewîyan û ji ciwanan bigire."    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya Kuçeya Esentepeyê bû. Di vekirina buroyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "HDP gel e gel li vir e" hat berzkirin.   Pervin Buldan wiha got:"Ev hilbijartin ji bo gelê li Tirkiyeyê dijîn fersenda dawî ye. Divê AKP'ê li dijî gelê ku bi salan hatiye çewisandin hesab bide."   'Dê AKP li Stenbolê têk biçe'   Pervînê anî ziman ku dê AKP li Stenbolê têk biçe û got:"Em ji bo vê pergala yekzilamiyê ji holê rake em derketin rê."    'Ya em ê bi ser bikeve ya em ê bi ser bikeve'   Pervînê anî ziman ku heta niha tu hêzê nikaribû ku HDP'ê têk bibe û got:"Yan em ê bi ser bikeve yan em ê bi ser bikeve."   Axaftina Pervînê gelek caran bi dirûşma "Kurdistan bi te serbilind e" dihat qutkirin. Piştî axaftinê Pervînê qurdeleya sor birî û vekirina buroya hibijartinê pêk hat.    Piştî vekirina buroya hilbijartinê ya Esentepeyê Pervînê û yên bi wê re ji bo vekirina buruya hilbijartinê, derbasî Kuçeya Karayollari bûn.