Jinên Payîzavayê: Bi salane me bi derewan mijûl dikin 2018-05-26 09:07:29   Zeynep Durgut   WAN - Li Tirkiyeya ku di bin şert û mercên OHAL'ê de di 24'ê hezîranê de diçe hilbijartinê  gelê Serhedê jî di bin  qedexeyan de wê biçe  ser sindoqan. Jinên Payîzavayê anîn ziman ku sebra wan a ji bo derewan nemaye û bang li hemû gelên Tirkiyeyê kirin ku di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û ji desthilatdariya heyî re bibêjin na.    Di 24'ê Hezîranê de gelên li Tirkiyeyê wê bıçın ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Li Serhedê mîna her sal îsal jî gel wê di bin qedexeyan de dengê xwe bi kar bîne. Jinên  navçeya Payîzavayê ya Wanê diyar kirin ew ê dengê xwe bidin HDP'ê û gotin ku ev hilbijartin ji aşitiyê û yekitiya  gelan re  firsendek e û gotin ku divê herkes ji bo demokrasiyê dengê xwe bi kar bîne.    'Divê em bi wijdanê xwe biçîn ser sindoqan'   Jina bi navê Altun Bîlek anî ziman ku divê 24'ê Hezîranê herkes bi wijdanê xwe tevbigere û wiha axivi;"Bi salane me dikujin, digrin û zilmê li me dikin.  Hilbijartin ji me re fersendek e. Em dikarîn bibîn yek û tifaqa xwe bi hev re ava bikîn. Ji jiyaneke bindest re êdî bes e. Divê gelê kurd di vê pêvajoyê de baldar tevbigere. Niha jî ji bo ku dengên gel kurd bigirin  her kes li ser kurdan siyaseta xwe pêşve dibe. Êdî em ji derewan têr bûne. Gel wê di 24'ê hezîranê de biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Divê em çarenûsa xwe di destên wan de nehêlin. Ger ku em gel bibin yek em dikarîn aşitiyê pêk bînîn. Bi hezaran kes birçîne tîne. Welat ber bi aloziyê ve diçe. Êdî gel ji vê îktîdara heyî bêzar bûye. Ji ber vê yekê jî em dibêjîn bes e. Herkes bila  van hemû pêkûtiyan bîne berçavên xwe û piştre dengê xwe bi kar bîne."   'Hişmendiya bê edalet berdewam nake'   Kudret Gûven jî bi lêv kir ku a bi xêr wê  ji sindoqên 24'ê Hezîran derbikeve û got ku bila ev hilbijartin bibe wesîleya bidawîbûna zilmê û wiha pê de çû;"Destê xwe dirêjî gundên me, xwezaya me, xwarinên me  dikin û heyanî ku em çiqas zarok jî bînin ew biryarê didin. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e. Her roj  mafên me û keda me tê binpêkirin. Hişmendiya ku edeleta wê tune be mirov nikare behsa berdewamiya wê bike. Azadiya me û daxwazên me di nav diwar û sînorên dewletê de ye. Her tiştekî ew rêve dibin. Qeyyûm tayînî her derê dikin û ew maye ku tayînî malên me jî bikin. Em êdî aramiyê dixwazîn. Em hatine vî temenê xwe heyanî niha me her tim zilm ditiye. Em êdî aşitiyê dixwazîn. Her dengek pêşerojek e. Qedera welat di destê gel de ye. 24'ê Hezîranê bila bibe wesîleya aşitiyê."   'Bi salane bi derewan mijûl dikin'   Cemîle Bîlek jî bal kişand ser hilbijartinê û got ku divê herkes di 24'ê Hezîranê de  biçe ser sindoqan û wiha got:"24'ê Hezîranê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê rojeke pir girîng e. Ji ber vê yekê divê herkes bi vê zanebûnê tevbigere. 24'ê Hezîranê di heman demê de qedera min a wê, wî û wê aşkere bike. Herkes divê di serî de li pêşeroja xwe bifikire û wisa dengê xwe bi kar bîne. Bi salane dibêjin em ê aşitiyê bînin lê ji şer wêdetir tiştek nedan welat. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re dîsa kurd bi bîra xwe anîne û her kes li ser pirsgirêka kurd polîtîkayên xwe pêşve dibe.  Bi salane me bi derewa mûzakereyan  mijûl dikin. Wexta me ya ji bo guhdarîkirina derewan nema ye. Her tiştek di destê me de ye. Herkes dikare biguhere. "