Rojeva Mexmûrê bi destê jinan tê amadekirin 2018-05-26 09:02:36   MEXMÛR - Rojnameya heftane 'Rojev Mexmûr' ku li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) weşana wê tê kirin ji aliyê jinan ve tê amadekirin.    Rojnameya heftane 'Rojev Mexmûr' ku di 22'yê Îlona 2008'an de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  weşana wê hat destpêkrin ji aliyê jinên ciwan ve tê amadekirin. Edîtora rojnameya heftane Xurbet Tallî  diyar kir ku ew çar jinên ciwan bixwe rojnameyê amde dikin û ji bo çapê dişînin bajarê Hewlêr ê û piştî wê jî li gel generalê biçûk her hefte li wargehê belav dikin.   Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku 20 sal e ji kurdên penaber re malovaniyê dike. Niştecihên wê ji bo xwe derfetên jiyanê bi xwe ava kirin û di her warî de li çanda xwe xwedî derketin û xwe bi rêxistin kirin.  Jinên wargehê ku di hemû waran de rêxistina xwe ava kirin, di qada rojnamegeriyê de jî xwe pêş xistin û gelek jinên rojnameger yên wekî Denîz Firat, Rizgar Denîz, Hindîstan Penaber, Evîn Buldan û Evîndar Cudî li wê wargehê dest bi rojnamegeriyê kirin û bi kedeke giranbuha bi taybetî jî di gelek rojname û ajansên kurdî de ji bo zimanê kurd xizmet kirin û li hemû deverên Kurdistanê rojnamegeriya kurdî pêş ve birin.   Jinên wêrek û zîrek ku di warê rojnamegeriyê de xwe pêşve birin ji bo ku rastiyan ji gelê xwe re ragihînin û rastiya gelê kurd ji cîahnê re vebêjin li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe dan û rastiya van çeteyan gelek caran bi bedelên giran ku jiyana xwe ji dest dan ji cîhanê re ragihandin. Edîtora rojnameya 'Rojev Mexmûr' Xurbet Tellî anî ziman ku rojnameya wan di 24'ê Kanûna 2006'an weşana wê hatiye destpêkrin  û di 22'yê Îlona 2008'an de jî li herêmê wekî rojnameyek fermî hatiye pejirandin.   'Hemû kar û bar ji aliyê jinan ve tê kirin'   Xurbetê di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku rojname ji aliyê çar jinên ciwan ve tê amadekirin û wiha got: "Em vê rojnameyê hem amade dikin hem jî belavkariya wê dikin. Belavkarên me yên biçûk jî hene ku Apê Musa ji bo wan gotiye, 'generalên biçûk'. Lê em jî li gel wan her hefte bi hev re em rojnameyê belav dikin."   'Her yek ji du rûpelan berpirs e'   Xurbet Tallî diyar kir ku ew her yek du rûpelan amade dikin û wiha dirêjî da axafitna xwe : “Em her çar heval bi hev re dixebitin. Ez edîtor im. Hevalên min her yek ji du rupelan berpirsin. Ew nûçe û nivîsên xwe kom dikin û didin min, ez jî dixwînim û didim mîzanpajê.  Piştî ku hemû kar û barê rojnameyê diqede ji bo çapkirinê em dişînin çapxaneya bajarê Hewlêrê û roja înê jî belavkariya wê tê kirin.”