ROJEVA 25'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-25 09:00:00   *Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir berxwedana xwe didomînin. Hevseroka Kampa Berxwedanê, Moşîre Mele Reşîd û Hevseroka Kampa Serdemê, Hêvîn Reşîd derbarê rewşa kampan de nirxandin kirin û gotin:"Gel bi îradeyek mezin berxwedana xwe kêlî bi kêlî didomînin." BI DÎMEN   * Weqfa Jinên Mexmûrê ku wekî navenda xebatên jinê tê bikaranîn,  di bin banê xwe de gelek saziyên cur bi cur yên ji bo pêşketin û perwerdekirina  jin û zarokan  dihewîne.    *Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê tercîhek di navbera faşîzm û demokrasiyê de ye û wiha got: “Çawa ku hevserokatî û hevşaredarî heye çima merciya serokomariyê ji yek mêrî re bê hiştin.”   *Li Omeryanê jinan gotin wê dengên xwe bidin HDP’ê û hinceta wan a herî girîng jî ev e ku hesabê çiyayên wan ên her sal tên şewitandin bipirsin. BI DÎMEN   *Kana kirêcê ya li ser riya Qoserê ye, hem tenduristiya gel û hem jî xwezayê tehdîd dike. Sevîm Aburşu got ev sê sale kan bê fîltre dixebite û wiha got: “Toz û dumana ji kanê tê, rê li ber nexweşiya astimê vedike.”   *Endama Kaldiraçê Semra Demîr got li dijî du tifaqên rastgir ên diçin hilbijartinê HDP’ê blogek azadîxwaz, ked û aştî ava kiriye û got: “Em wek Kaldiraçê piştgiriyê didin vê blokê. Her kesên li alî aştiyê, ji bo plana Qesrê xera bikin divê piştgiriyê bidin HDP’ê.   *Hatîce Goz damezrandina Pîrebokên Kampusê ku bi armanca rêxistibûna jinên zanîngehê û piştevaniyê hat avakirin vegot: “Em ê li her derê serdestiya mêr bi giştî ji holê rabikin.” BI DÎMEN   *inan diyar kir ku di 24’ê Hezîranê terciha wan  HDP ye û gotin ji ber pergala hevserokatiyê heye denga xwe didin HDP’ê. BI DÎMEN   *Ava sûsê ya ku li Amedê bi nav û denge tê firotin, jinên Amedî ji bo çekirina ava sûsê dest bi kar kirin û nebata sûsê ku jê ava sûsê tê çêkirin kom dikin. BI DÎMEN