Li gundên Wanê bi civînan xebatên hilbijartinê berdewam dikin 2018-05-17 15:59:01   WAN - Bi minesebeta 24 Hezîranê  li gundan û navçeya xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Li gundên girêdahî navçeya Payîzavayê xebatên hilbijartinê hatine meşandin.    Bi nêzîkbûna 24'ê Hezîranê roja hilbijartinê xebatên HDP'ê yên  hilbijartinê li navçeya taxan  û gundan berdewam dikin. Îro li gundên Şêxan (Yurtbaşı) şekefgan (Taşdöndüren) bi wesileya hilbijartinê ji jinên gund re civîn hatine lidarxistin.    `Em ê di 24'ê Hezîranê de xwedî li deskeftiyên jinan derbikevîn`   Di civînê de Hevşaredara Payizavayê a ku li dewsa wê qayyim hat tayinkirin, Yildiz Çetîn axivî. Yildizê bal kişand ser desteserkirina şaredariyên DBP`ê û wiha axivi:“Em ber bi hilbijartineke nû ve diçin. Pêvajoyek nû dest pê dike. Em vê hilbijartinê mîna hilbijartina êrîşkar bi nav dikin. Ji ber ku nizanin welat bi rê ve bibin û serlêdan bi biryardana hilbijartinê kirin. Şaredariyên me desteser kirin û bi hezaran kedkar û karker ji kar avêtin. Li hemberî vê bêmafiyê bersivek me heye. Ji destkeftiyên jinan tirsiyan û jin hedef girtin bi desteserkirina şaredariyên me ser keda jinan û xebata jinan runîştin. Em ê di 24'ê Hezîranê de xwedî li deskeftiyên jinan derbikevin.”   Piştî cîvînê ji jinan re belavokên hilbijartinê hatin belavkirin.