Hunermend Pinar Aydinlar ji ajansa me re name şand! 2018-05-17 11:32:35   Evrîm Kepenek   STENBOL - Hunermend Pinar Aydinlar a ku bi hinceta cezayê wê heye hat girtin û şandin Gitîgeha Jinan a Bakirkoyê, di nameya ku ji ajansa me re şand de, gotina hunermend Yilmaz Guney bi bîr xist û got,"Em li hemberî kesekî serî natewînin, li cihê ku hêviyên me têk diçin inyada me dest pê dike."   Hunermend Pinar Aydinlar a ku ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an ji bo Partiya Demokratîk a Ggelan (HDP) bi bû namzed, ji ber axaftina xwe ya ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de kir di encma 7 meh û nîv cezayê girtîgehê ku lê hat birîn de hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Pinarê ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji ajansa me re name şand.   'Min Stranên Pîr Sultanan xwendin'   Pinar di nameya xwe de got; "Divê ku hunermendek li cem gelê xwe cih bigire. Divê ku sitranên wan piştgiriyê bidin kesên ku mafên wan tê binpêkirin. Min jî stranên Pîrsultanan û Nesîmiyan xwendin. Hin caran ji ber ku min got îro ya me ye gelo wê sibe jî ya me be? ez hatim qedexekirin."   Pinar a ku got; "Ez bûm nûnera partiyeke bi rûmet wekî HDP'ê" di berdewamiya nameya xwe de wiha got: "Axatinên min ên ku dema ez namzeda HDP'ê bûm min kirin bûn sedem ku ji ber demokrasiya pêşketî bibim mahkumê hucreya yek kesî. Lê gotineke gelek xweş heye ku aîdê Yilmaz Guney e. 'Me li hemberî kesekî serî netewand, li cihê ku hêviyên me têk diçin inyada me dest pê dike'. Divê neyê jibîrkirin ku li gel min zanibû ez ê bê girtin jî ez ji Ewropayê hatim. Ji ber ku ez girtîgehên welatê xwe jî bi kolanên Ewropa yên xemilandî nadim. Ez hemû dostên xwe ji dil û can hembêz dikim."