‘Li girtîgehan zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibin’ 2018-05-17 09:04:30   Melîke Aydin   ÎZMÎR-Ji Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re Selma Altan diyar kir ku ev 20 roj e li girtîgeha Tîpa R ya Menemenê greva birçîbûnê ya bêdem didome û bal kişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan.    Ji Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re Selma Altan bi lêv kir ku ji OHAL’ê û şûnde zextên li welat û li girtîgehan du qat zêde bûne û diyar kir ku ev 20 roj e li girtîgeha Tîpa R ya Menemenê greva birçîbûnê ya bêdem didome, li girtîgeha tîpa F a Kiriklarê jî ev du mehe greva birçîbûnê ya dorveger didome.   Selmayê daxuyakirin ku girtiyên nexweş yên bi navê Dîcle Bozan, Ergîn Aktaş, Ahmet Hemî, Yusuf Bulut jî di girevê de ne û wiha pê de çû: “Li girtîgeha Tîpa R ya Menemenê girtiyên nexweş nayên dermankirin û ji ber qirêjî û di hucreyên yek kesî de dimîn ketine girevê. Ji bo ku girtî neyên cem hev kirine hucreyên yek kesî. Ji sibehê heta derengiya şevê bi dengekî bilind muzîkê bi wan didin guhdarkirin. Ji ber sewka wan nehatiye kirin û alîkariya tibî nagirin ketine girevê.”   ‘8 mehe li bende emeliyatê ye’   Selmayê  destnîşan kir ku girtiyên di girevê de tevî bi dehan carî bi rêveberiyê re axivîne zehmetî ji wan re hatiye derxistin û  gardiyanê mêr anîne cem Dîcle Bozan a ku roviyên wê ji derve ne, lingekê wê tune û birînên çîmên wê ji ber qirêjbûnê baş nabin. Selmayê anî ziman ku Dîcleyê8 mehe li bende dermankirinê ye.   ‘Parêzer nikarin biçin cem girtiyan’   Selmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa li girtîgeha Menemenê li ser piyan jimartin tê kirin û ji bilî kuranê pirtûkan nagirin hundir.  Li girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Kiriklarê jî ev du mehe girtî li ber xwe didin û ji martina li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin.  Pirtûkan nadin girtiyan. Ji mafên xwe yên civakî bêpar tên hiştin. Girtîgeha Sokeyê jî nû ye û gelek kêmasiyên alavan lê hene.  Li girtîgeha Bolu û Bandirmayê jî girtiyên hatin neqlkirin hene. Parêzer nikarin hevdîtinê bi girtiyan re bikin.  Li girtîgeha Tîpa F ya Deznîliyê jî binpêkirina mafan tê jiyîn û li gorî nameya girtiyê bi navê Seyfettîn Guney hemû mafên wan tên astengkirin."