Li Denîzlîyê kuştina jinekê ya gumanbar 2018-05-16 14:44:20         DENÎZLÎ - Li Denizliyê du roj berê hatibû diyarkirin ku  jina bi navê Fatma Gulmez winda bûye. Piştre hat diyarkirin ku Fatmayê jiyana xwe ji dest daye.      Li navçeya Çalê ya Denizliyê cenazeyê jinekê hat dîtin. Hat diyarkirin ku cenaze aîdî jina bi navê Fatma Gulmez a 89 salî ye. Du roj berê hatibû gotin ku Fatmayê winda bûye. Cenazeyê Fatmayê bi saya welatiyên derdorê hat dîtin û welatiyan agahî da ekîbên tenduristiyê. Ekîbên tenduristiyê ji bo otopsiyê cenazeyê Fatmayê rakirin nexweşxaneyê.