Li Kantona Şehbayê ji bo gelê Efrînê navenda tendirustiyê hat vekirin 2018-05-16 12:43:04   ŞEHBA -Meclîsa Tendirûstiyê ya girêdayî Meclîsa Kantona Şehbayê ji bo ku xizmeta  şêniyên ji Efrînê ahtin koçberkirin bike   navendeke tendirûstiyê li gundê Um El-Hoş ê girêdayî navçeya Ehresê vekir.   Meclîsa Tendirûsiyê ya girêdayî Meclîsa Kantona Şehbayê di hemû waran xizmetên tendirûsiyê ji şêniyên kantona Efrîn ku koçberî Şehbayê hatine kriin re pêşkeş dike. Di vê çarçoveyê de ji bo ku xizmeta şêniyên herêmê bike navenda tendirûsiyê li gundê Um El-Hoş ê girêdayî navçeya Ehresê hat vekirin.   Li navenda tendirûstiyê ku hat vekriin cihê nexweşiyên hundirîn, bijîşkê diranan, 2 hemşîre, dermanxane hene. Navenda tendirûsiyê rojane16 – 20 nexweşan derman dike. Her wiha nêzî 25 kesên nexweşên diranan jî derman dike.   Meclîsa Tendirûsiyê ku hatiye vekriin hewil dide ku nexweşiyên jinan jî di navendê de derman bike. Navenda Tendirûsiyê rojane ji saet ji 9:00`an heta 15:00`an di nav xebatê de ye û hemû nexweşên gundên derdora Um El-Hoş pêşwazî dike. Kadroyên tendirûstiyê tevî derfetên xwe yên kêm alîkariya nexweşan dikin. Lê derfetên navendê kêm in û pêwîstiya wê bi alîkariyê heye.   Ji ber wê jî dema ku derfetên dermankirinê li gel wan tune bin newxweşan rêdikin nexweşxaneyên nêz ji bo ku li wê derê werin dermankirin.