Zarokên Şengalê Karneyên xwe di cejna ziman de girtin 2018-05-16 11:54:38   Viyan Seîd-Delîla Axîn   ŞENGAL - Li dibistanên Şengalê zarokan karneyên xwe yên dawîya salê ji aliyê endamên mecîsa TAJÊ û mamostayê Şengalê ve wergirtin.    Piştî fermanê zarokên Şengalê ku ev çar sal in perwerdeyê bi zimanê dayikê dibînin duh di roja Cejna Zimanê Kurdî de karneyên xwe girtin. Mamosteyan ku derbarê girîngiya zimanê kurdî û Cejna Zimanê kurdî de nirxandin kirin wiha gotin: :"Zimanê dayikê rûmet û hebûna mirova ne. Divê em li hebûn û rûmeta xwe xwedî derkevin."   Hemû dibistanên Şengalê ku piştî fermanê bi zimanê kurdî dest bi kar û xebatên xwe yê perwerdeya bi kurdî kirin duh di 15 Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî de perwerdeya xwe bi dawî kirin û li zarokan karne hatin belavkirin. Zarok bi kelecan û kêfxweşîyeke pir mezin karneyên xwe yê dawîya salê girtin.   Mamoste Xwedêda destpêkê li ser navê mamosteyan axivî û da diyar kirin ku ev 4 sa lin bi derfetên herî kêm bi zimanê dayikê perwerdeyê didin zarokan û axaftina xwe wiha dewam kir: “  Îro dibistanê me bi dawî dibin û em ê karneyan li zarokan belav bikin. Ev 4 sal in em weke kurdên ezidî li ser çand û exlaqê êzidiyan bi zimanê dayikê zarokên  xwe perwerde dikin.Em weke civaka êzidî gelekî kêfxweşin ku em karin îro zarokên xwe bi zimanê daykê perwerda bikin û em 15'ê Gulan Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gelê xwe  pîroz dikin."    'Cejna Zimanê Kurdî pîroz be'   Mamosta Sabîha Sebîr ji nêrînên xwe yên ji bo roja 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wiha anîn ziman: “ Îro em karneyan zarokan belav dikin û em jî vî karê xwe gelekî kêfxweşin. Ev 4 sal in li gorî îmkanên xwe û li gel  hemû zor û zahmetiyan em zarokên xwe bi  zimanê dayikê perwerde dikin. Em serkeftinê ji hemû zarokan re dixwazin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”   'Em gelek kêfxweşin bi perwereya kurdî'   Yek ji dayika ku di vê rojê de li dibistanê amadebû ji bo girîngîya vê roje wiha axivî “ Ez gelekî kêfxweş im ku zarokên me îro dikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, ji ber ku gelakî ji bo me girînge em li ser çand û dîroka êzîdîyatî xwe û zarokê xwe perwerde bikin."   'Ez ji zimanê xwe yê dayikê gelek hez dikim'   Zaroka bi navê Temîna Berkat ji ku li dibistanê perwerdeya bi kurdî dibîne jî kêfxweşiya xwe ji mere wiha anî  ziman: “ Ez di pola duyemîn de me gellekî kêfxweşîm ku ji ber min salekê bi heval û mamosteyên xe re perwerde dît. Em îro karneyên  xwe digrin û ji ber ku ez bi ser ketim  jî ez gellekî kêfxweş îm. Ez dixwazim hemû zarokên Şengalê werin li dibistana  zimanê kurdî bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bibînin.  Ez ji zimanê xwe yê dayikê gelek hez dikim."   Piştî axaftinan mamosteyan ji aliyê endamên Meclîsa TAJÊ û mamostayên Şengalê ve karne  li zarokan hatin belav kirin. Zarokan jî bi kêfxweşiyeke herî mezin karneyên xwe wergirtin.