Medya Doz: Berxweda Efrînê dersek dîrokî da cîhanê 2018-05-16 09:04:38   QAMIŞLO - Nivîskar Medya Doz derbarê Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de diyar kir ku berxwedana Efrînê dersek dîrokî da hemû cîhanê û got:"Gelê Kurd li Efrînê hebûna xwe û axa xwe parastin û heta dawî li ber xwe dan."   Nivîskar Medya Doz derbarê Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de bi lêv kir ku gelê Kurd bi rojan li dijî tank û balafirên dewleta tirk li berxwe dan serî netewandin û got:"Gelê Kurd berxwedana xwe didomînin û dê hêviya xwe tu carî wenda nekin."   Medyayê wiha got:"Pênaseya Berxwedana Serdemê ya ji bo Efrînê rast e. Li Efrînê mirovahiyê li dijî xerabiyê şer kir û mirovahî bi ser ket. Gelek dîmenên zor li pêş çavan dihat dîtin lê dîsa jî gelê Kurd li Efrînê dev ji têkoşîna xwe berneda. Berxwedana Efrînê wêneyê ku ka Kurdê bi awayekî demokratîk çawa bijî û wê çawa li dijî nîjadperestan şer bike nîşanî me da. Li ser navê mirovahiyê berxwedanek bêhempa hat kirin. Me rastiyek wiha di Efrînê de carek din dît ku hewceye em li ser navê mirovahiyê pergala xwe pênase bikin û bi wî awayî bidin avakirin."    'Dewleta tirk li çeperên kapîtalîzmê cihê xwe girt'   Medyayê diyar kir ku kapîtalîzm dijminê mirovahiyê ye û wiha got:"Dewleta tirk di şerê Efrînê de li çeperên kapîtalîzmê cihê xwe girt û tank, balafir, topan êrîşî gelê Kurd kir. Loma gelê Kurd li dijî vê yekê ax û hebûna xwe heta dawî parast. Her wiha di vî şerî de çekên kîmyewî hat bikaranîn. Pergala dewleta tirk zirarê dide her çar parçeyên Kurdistanê. Li dijî vê yekê gelê Kurd berxwedanek bê hempa didin û dersek mezin didin cîhana ku her dem bêdeng dimîne. Me di berxwedana Efrînê de dît ku gelê Kurd çiqas girêdayî axa xwe ne."    'Berxwedêrên azadiyê bi şoreşa xwe mohra xwe li dîrokê xistin'   Medyayê di berxwedana Efrinê de bal kişand ser têkoşîna şervanan û got:"Li Efrînê berxwedêrên azadiyê li çeperan heta dawî serî hildan û dev ji têkoşîna xwe bernedan. Barîn, Arîn, Fermandar Berxwedan bi şoreşa xwe mohra xwe li dîrokê xistin."   'Li Efrînê zarok hatin qetilkirin'   Medyayê da zanîn ku divê berxwedana Efrînê neyê jibîrkirin û mînak bê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li Efrînê dewleta tirk zarok qetilkirin divê em vê yekê ji bîr nekin û  tola zarokên xwe hilînin. Zorak siberoj û hêviya civakê ye divê em ji bo hêvî û siberoja xwe her dem têbikoşin."