'Li hemberî binpêkirina kedê û mafên ciwanan em dibêjîn HDP' 2018-05-15 09:08:10   Zeynep Durgut   WAN-Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê Hezîranê re ji bo bernamzetiya HDP'ê  101 kesî li Wanê serlêdan kir. Herî zêde jî jinan eleqe da vê bernamzetiyê. Di nava kesên ku ji bo bernamzetiyê serlêdan kirin ji  her rengek û dengekî jin, ciwan û kedkar  hene.    Bi nêzîkbûna hibijartina 24'ê Hezîranê  re bernamzedên ji bo namzediya parlamenteriyê jî aşkera bûn. Li Wanê ji bo ku bibin bernamzedên HDP'ê 101 kesî serlêdan kir û ji ciwan, jin û neteweyên cuda bigre ji hemû beşên civakê kesan serî li HDP'ê da.   'Li hemberî binpêkirina kedê HDP'   Esnaf Hanîfe Gûzel hem esnaf e û hem jî karker e. Hanîfe diyar kir ku HDP ji bo azadiya jinan xwedî perensîb û got ku HDP ji bo jiyaneke nû ji bo gelên Tirkiyeyê firsendeke nû ye û wiha axivi;"HDP'ê her tim li cem jinan cih girtiye. HDP bi tena serê xwe çeperê têkoşînê ye. Li hemberî zilmê jiyaneke nû ye. Li Tirkiyeyê her roj mafê  jinan, karkeran,kedkaran û ciwanan  tê binpêkirin. Niha li Tirkiyeyê aloziyeke aborî heye. Ev  3 sal in em di bin şert û mercên OHAL'ê de dijîn. Di îktîdara heyî de me tu pêşketin nedît. Welat her roj ber bi aloziyê ve diçe. Pêwîst e ciwan, jin,karker û kedkar ji vê faşîzmê re bibêjin bes e. Ji bo ku HDP li hemberî zilmê demokrasiyê ye   em dibêjîn HDP. Di  politikayên îktîdara heyî de jin tune ne. Ji bo ku tundiya li ser jinan bê sekinandin heyanî niha bi tu awayî qanûn tune ne. Her roj tundiya li ser jinan û bêmafiya li hemberî jinan zêde dibe. Em heqê keda xwe nikarin bi dest bixin. Ger ku HDP bi ser bikeve wê gelên Tirkiyeyê li rojên azad şiyar bibin. Min wekî jinek karker HDP hilbijart û min ji bo bernamzediyê serlêdan kir. Armanca me di vê pêvajoyê de xwedî derketin û alîkariya bi hev re ye. Ji ber wê divê jin, karker, kedkar û ciwan mil bi mil di 24 Hezîranê de bersiva herî mezin bidin. Li hemberî binpêkirina kedê HDP. Ji ber wê ji bo pêşerojên azad HDP."   'HDP li hemberî faşîzmê mertala demokrasiyê ye '   Yek ji bernamzedên HDP'ê jî Rojbîn Bor  e. Rojbîn hem ciwan e hem jî xwendekara zanîngehê ye. Rojbînê bi lêv kir ku HDP bi armanca pêşketina zanistiya jinan hatiye avakirin û wiha pê de çû;"Li erdnigariya Kurdîstanê bi salane li hemberî hemû pêkûtiyên dewletê têkoşîneke pir bêhempa tê dayîn. Bêgûman li Tirkiyeyê rol û mîsyona HDP'ê pir mezin e. HDP jinan, ciwanan û hemû neteweyan esas digire. Gelê kurd bi pişavtinên çandî, siyasî re rû bi rû man. Li hemberî pişavtinan HDP ji bo gelê kurd dihate wateya nûkirina têkoşînê. HDP li Rojhilata Navîn ji bo gelan modeleke nû ye. Îktîdara heyî jî li hemberî têkoşîna HDP'ê têk diçe. Ji ber wê jî di hedefê de her tim HDP heye. Îktîdar destpêka Kapîtalîzmê ye. Ez wekî ciwanekê pêşeroja gelê xwe di berxwedana HDP'ê de dibînim. Li Tirkiyeyê ji HDP'ê zêdetir alternatîfek din tune ye. AKP sûnî ye, CHP neteweyî ye, MHP jî nijadperestan temsîl dike û ji van bîrdoziyan tê xwedîkirin. Lê HDP hemû gelan û bîrdoziyan diparêze. Ser navê her civakekê siyasetê dide meşandin. Li Tirkiyeyê cara yêkem bi  saya HDP'ê  pergala hevserokatiyê hat avakirin. Di HDP'ê de dengê her gelekî tê bihîstin. Ez wekî jineke ciwanek dixwazim di nav HDP'ê de têbikoş im. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku di vê pêvajoyê de li gel HDP'ê cih bigirin."