Li dijî pişaftinê bi zimanê xwe biaxivin û zimanê xwe biparêzin 2018-05-15 09:04:07   Rojda Aydin /Zeynep Durgut   AMED/WAN - Bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî  Hevseroka  MED -DER'ê Mîne Karakaş diyar kir ku li dijî zimanê kurdî zext û zordestî gelek zêde bûne.  Elîf Gemîcîoglu a ku li Wanê mamosteya zimanê kurdî ye jî diyar ku li  Bakurê Kurdîstanê pişavtina li ser zimanê kurdî berdewam dike û li dijî pişaftinê divê kurd bi zimanê xwe biaxivin û zarokên xwe hînî zimanê xwe bikin.     Bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Hevseroka  Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Mîne Karakaş bal kişnad se pişaftina zimanê kurdî û got ku bi taybetî piştî Rewşa Awarte (OHAL) zextên li ser zimanê kurdî zêde bûne. Herwiha Elîf Gemîcîoglu ya ku li Wanê mamostya zimanê kurdî ye jî bi bîr xist ku divê li dijî pişaftinê divê kurd bi zimanê xwe biaxivin û zarokên xwe hînî kurdî bikin.   Bi hatina 15 Gulanê Roja Zimanê Kurdî pişavtin, qirkirinên  û qedexeyên li ser zimanê kurdî bênavber berdewam dikin. Der barê politikayên pişavtina  yên li ser zimanê kurdî mamosteya  zimanê kurdî Elîf Gemîcîoglu a ku li ser zimanê kurdî nirxandin kir di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku polîtîkayên li ser ziman ji hişmendiya yek zimaniyî tê û got ku her axiftina bi kurdî li hemberî pişavtinan mertal e.    'Civakan bi bêzimanîyê re rû bi rû dihêlin'   Elîfê destnîşan kir ku  civak bêziman tên hiştin û wiha axivi;" Di serî de ez 15' ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li gelê kurd  pîroz dikim. Di sala 1932 de li Şamê cara yêkemîn Celaddet Elî Bedirxan kovara Hawarê derxist. Taybetmendiya kovara Hawarê ew e ku cara yêkemîn bi  tîpên latînî bi kurdî hatiye nivîsandin. Ji wê  demê şûnde 15'ê Gulan wekî Roja Zimanê Kurdî li her deverên Kurdîstanê tê pîrozkirin. Li Bakurê Kurdîstanê pişavtina li ser zimanan û bi taybetî jî ser zimanê kurdî her roj zêde dibe. Êrîş,qedexe û astengî zêdetir li ser zimanê kurdî û çanda kurdî hene. Lê di dêrûniya mirovan de li hemberî şaştiyê her tim bertek heye. Bi yek zimaniyê dixwazin nirxên mirovahiyê ji holê de rakin. Polîtikayên pişavtinê her roj tên zêdekirin û heyanî pişavtin dikeve malên me jî. Bêgûman bandora pişavtinê heye. Pişavtin destpêkê bi dibistanên seretayî hat destpêkirin destpê kir û heyanî roja me a îro hat. Gava ku em diçûn dibistanê mamosteyan bi zorê zimanê tirkî bi me da qebûlkirin. Lê bi ser neketin û wê bi ser jî nekevin."   'Li dijî asîmilasyonê xwedîderketina li ziman divê'   Elîfê bi lêv kir ku hêzên serdest ji pirzimaniyê ditirsin û got ku kurd divê  li hemberî êrîşan zêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin  û  wiha pê de çû;"Pêwîste herî zêde jin xwedî li zimanê dayikê derbikevin. Jin afirinêrên zimanin. Li hemberî pişavtinan berpirsyariya ziman peywira herkesekî ye. Li Tirkiyeyê neteweyên cuda cuda hene. Lê mixabin hemû ziman kirîne yek. Li her kesî tirkî ferz kirin û zimanên din ji ber qedexeyê ber bi tunebûnê ve diçin. Lê me kurdan li hemberî hemû êrîşanrojnameyên kurdî û kovarên kurdî çap dikirin. Ji bo ku zimanê kurdî û zimanên ku tune tên hesibandin wenda nebin divê her gelek bi zimanê xwe bijî. Divê em zarokên xwe ji yek zimanî dur bixîn û pirzimaniyê bikîn çand û di serî de jî em li zimanê xwe xwedî derkevin. Di vê em zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin.   ‘Pêwîste em malên xwe bikin dibistan’   Hevseroka  MED -DER'ê Mîne Karakaş jî bal kişand li ser êrîşên li dijî ziman û wiha got: " Êrîşên li dijî ziman di asta herî jor de ne û ziman tê asîmîlekirin: “Li dijî aîmîlasyon û otoasîmîlasyonê divê em serî rabikin, pêwîste em malên xwe bikin dibistan. Tunekirina ziman tunekirina kurdan e. Divê em li dijî vê tunekirinê bêdeng nebînin.  Bi girtina saziyan îktîdara AKP’ê xwestiye ziman ji holê bê rakirin.  Ger ku ziman bê tunekirin kesayetî  û  nasnameya  mirov jî ji holê tê rakirin. Ji ber vê jî hemû saziyên me hatin girtin û astengî li ser qadên ziman hatin kirin. Hemûna zimanê kurdî hebûna kurdan e. Lewra jî îktîdara AKP’ê ji bo ku kurd ji holê bên rakrin pêşî berê xwe da qadên ziman û em nikarin wek berê xebatên xwe bikin.”   Rewş bêtehemûliya AKP'ê nîşan dide   Mîneyê di dirêjiya axaftina xwe de  zextên li dijî zimanê kurdî tên kirin kir ji bêtehamûliya AKP'ê ye û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Dema ku me ev komele vekir em bi fikarbûn ku dibe rojekê bê girtin. Lê me tu carî dev ji xebatên xwe berneda. Astengiya li dijî  ziman ne bi tenê li Kurdistanê her wiha li bajarên Tirkiyeyê jî li dijî kurdan heman tişt tê kirin."     'Em hebûna zimanê xwe ji hemû kesan bidin qebûl kirin'   Mîne di dawiya axaftina xwe de bang li gelê kurd, heskiriyên ziman kir ku ji bo xwedî li zimanê kurdî derbikevin, kolan, kûçe û taxan bikin dibistanên zimanê kurdî û  wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê jî xebatên xwe yên ziman bidomînin. Ji xwe qûrsên me berdewam dikin. Çi ji destê me bê em ê ji bo ziman bikin. Divê em hebûna zimanê xwe ji hemû kesan re bidin qebûlkirin.  Daxwaza min a herî mezin ji malbatan e. Bila bi zarokên xwe re tim û dayîm kurdî biaxivin. Heta ku malbat malên xwe nekin dibistan û zarokên xwe perwerde nekin wê demê em nikarin zimanê xwe pêş bixin û ev jî ji bo zimanê me dibe neheqî."