Zarokên Efrînê dev ji zimanê Kurdî bernadin 2018-05-15 09:02:03   Tolîn Muhemed-Lîlav Elî   ŞEHBA - Di encama êrîşên dewleta tirk û OSO'yê de gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn û li wir berxwedana xwe didomînin. Zarokên Efrînê yên li Kantona Şehbayê tevî hemû zehmetiyan li zimanê Kurdî xwedî derdikevin û perwerdeyê dibînin.    Di encama êrîşên dewleta tirk û OSO'yê de gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn û li wir berxwedana xwe didomînin. Zarokên Efrînê yên li Kantona Şehbayê tevî hemû zehmetiyan li zimanê Kurdî xwedî derdikevin û perwerdeyê dibînin. Zarokên Efrînê li Kampa Berxwedanê ya li Kantona Şehbayê berxwe didin û li zimanê dayikê xwedî derdikevin. Zarokên Efrînê gotin:"Erdogan katil e. Wî nehişt em li dibistanên xwe bixwînin. Dibistanên me hilweşand. Lê em ê dîsa jî xwedî li zimanê xwe derkevin."   Şagirta pola 6'emîn Mufîde Hemdî diyar kir ku zimanê dayikê rûmet e û  got:"Erdogan û çeteyên wî bi sedan zarok qetil kirin. Dibistanên me hilweşand û nehişt ku em bixwînin. Lê em niha li Şehbayê bi saya têkoşîna gelê Kurd bi zimanê Kurdî perwerdeyê dibînin û em ji ber vê yekê gelek bextewar in. Erdogan xeyalên me hilweşand. Em dixwazin dîsa vegerin Efrîna xwe û li wir perwerdeya xwe bibînin. Em dixwazin Erdogan biçe."   'Zimanê me hebûna me ye'   Rêzan Hebîb jî bi lêv kir ku ji bo hebûna xwe divê mirov di destpêkê de zimanê dayika xwe biparêze û got:"Erdogan li Efrînê hem êrîşî axa me hem jî êrîşî zimanê me kir. Lê me dîsa jî dev ji zimanê xwe berneda. Zimanê me hebûna me ye. Divê di serî de em li hebûna xwe xwedî derkevin."   'Erdogan nikare me ji zimanê dayika me dûr bixe'   Meryem Muhammed diyar kir ku ew ê heta dawî xwedî li zimanê xwe derkevin û got:"Erdogan bi xwîna me xwe xwedî dike. Erdogan naxwaze em bi zimanê dayika xwe perwedeyê bibînin. Em êşa ku Erdogan bi zarokên Kurd daye jiyandin ji bîr nakin. Ew çi bike bila bike ew ê nikaribe me ji zimanê dayika me dûr bixe."   Di heman demê de mamosteya pola 6'emîn Ufê Reşîd jî got:"Çawa me li Efrînê perwerde dide zarokan û ji zimanê dayikê re xizmet dikir em îro li Şehbayê jî xizmetê ji zimanê dayikê re dikin. Em serbilind in. Dewleta tirk dixwaze nasname û zimanê Kurdî tune bike lê hemû cîhanê dît ku ew nikarin ziman û nasnameya Kurd tune bike. Me wekî gelê Kurd heta niha axa kesekî desteser nekir û êrîşî zimanê tu kesî nekir. Em bi salan e ku li zimanê xwe xwedî derdikevin û rêzdariyê nîşanî zimanê cuda didin."