Serlêdana 75’an a hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin 2018-05-14 17:44:39     STENBOL - Serlêdana daxwaza hevdîtinê ya malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din, cara 75’emîn hate redkirin.   Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan bi boneya hevdîtinê roja înê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Dozgeriyê îro bersiva serlêdanê da û red kir.    Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li heman girtîgehê dimînin jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Dozgeriyê serlêdana her sê malbatan jî red kir.    Malbat ji 11’ê îlona 2016’an ve nikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin û ev cara 75’an e serlêdana wan tê redkirin.