Li Farqînê Serê Gulanê hat pîrozkirin 2018-05-14 16:19:33     AMED - Li naçeya Farqîna Amedê ‘Serê Gulanê' ku  tê gotin, kevneşopîyeke hezar û 200 sal in berdewam dike ye,bi kêf û şahî hat pîrozkirin.   Li Farqînê 'Serê Gulanê' her sal wek destpêk û mizgîniya biharê bi çalakiyên curbicur kêf û şahî tê pîrozkirin. Her wiha tê gotin ku Serê Gulanê wekî kevneşopîyeke hezar û 200 sal in berdewam dike ye. Îsal jî bi coş û kelecanekê dest pê kir. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Endam û rêvebirên HDP û DBP'é  jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de   serdana welatiyan welatiyan kirin û Serê Gulanê li welatiyan pîroz kirin.    Welatiyên ku her sal tên pîrozbahiya Serê Gulanê gotin ku ew dixwazin Serê Gulanê wekî mihrîcanekê bê pîrozkirin  û  ji her aliye Kurdistan û Tirkiyê kes tevlî bibin.    Pîrozbahiya Serê Gulanê her sal di 14'ê de Gulanê de li Farqînê tê pîroz kirin.