Di tabloyên Bêrîvanê de girêdana jinê ya bi xwezayê re! 2018-05-14 09:03:38   Hîlal Rizgar   HEWLÊR - Bêrîvan Bulut a ku li Zanîngeha Selaheddînê beşa arkeolojiyê dixwîne û di heman demê de wênsaz e cara 3'emîn e ku pêşangeha wêneyan vedike. Pêşangeha Berîvanê ya  3'emîn ku li Hewlêrê bi navê Hêvî di 9'ê gulanê de vekiriye û wê het 17'ê gulanê ji serdanê re vekirî bimîne rastî eleqyeke mezin tê    Bêrîvan Bulut a ku li Zanîngeha Selaheddînê beşa arkeolojiyê dixwîne û di heman demê de wênsaz e cara 3'emîn e ku pêşangeha wêneyan vedike. Pêşangeha Bêrîvanê ya bi navê Hêvî ku mijara wê jin e û têkiliya jin û xwezayê tê de li pêş e rastî eleqeyeke mezin ha wênehezan tê. Bêrîvanê diyar kir ku wê  hewil daye hem hêza jinê, hem jî girêdana navbera jinê û xwezayê bide nîşandan.    Pêşangeha Bêrîvanê ya li Hewlêrê ku li Galariya Cihan Art di 9'ê Gulanê de hatibû vekirin heya 17'ê gulanê wê ji serdanan re vekirî bimîne. Pêşangeha ku herî zêde ciwanên Hewlêrê û bi taybetî jî jinên ciwan eleqeyeke mezin nîşanî wê didin derbarê tabloyên wê de nêrînên xwe tînin ziman. Bêrîvan a ku di ji zarokatiya wê de hunerê bala wê kişandiye  û tayîbetî kêfa wê ji wênesaziyê re hatiye ku niha wênesaziyê dike wiha bahsa xwe kir: "Hîn ez zarok ketim nava xebatên hunerê yên weke şano, Foklur û Mûzîkê. Ji ber hinek bêderfetiyan min nekaribû di wan beşên hunerê de cîh bigirim. Vê carê jî min xwe da beşa wênesaziyê. Di sala 2008'an de min dest bi wenesaziyê kir. Di wê pêvajoya min li zanîngehê beşa arkeolojiyê dixwend ji ber ezmunan hinek wênesazî paşde ma. Piştî qedandina zanîngehê êdî ji berê baştir wêneyan bi heskirinek mezin xêz dikim."   'Di hunerê de girêdana jin û xwezayê'   Bêrîvan da zanîn ku di 9'ê mehê de pêşangeha wêneyan a bi navê Hêvî vekiriye û wiha domand: "Niha jî min li Hewlêr pêşengeha bi navê Hêvî vekiriye. Di pêşangehê de 20 tablo hene. Min di piraniya tabloyan de jin û rola jinê daye pêş. Huner vegotina hestan e weke xelekên zincirê hev dişopîne.  Gelek caran hinek hest mirov nikare bîne ziman û bi xêzkirina wêneyan nîşan dide. Di vê pêşangehê de min hewil daye hem hêza jinê, hem jî girêdana navbera wê û xwezayê bidim nîşandan."   'Jin afrîner û xwedî hêz e'   Bêrîvan balkişand ser rengîniya hunerê û wiha berdewam kir: "Hemû kêrhatin û zanîna mirovan rengê hunerê ne. Divê huner bê cudahiya rengan û netewan bê destgirtin û kêrhatin û zanîna her mirovakî/ê bê destgirtin. Divê jin bi tayîbetî jî em jinên ciwan bi civaka xwe bidin pejirandin ku jinek dikare her tiştî bike. Jin Afriner û xwedî hêz e.  Ji ber wê jî divê wê hêza xwe nîşanbidin. Hewceye li gorî paradîgmaya Rêbertiyê hêza jinê ya hunerî derkeve holê û ji nifşê nû re bê pêşandan."   Bêrîvanê di dawiyê de bang li tevahî jinên ciwan kir ku li nirx û keda xwe xwedî derkevin û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Divê her wênesaz û hunermend li çanda xwe xwedî derkeve. Divê jinên ciwan êdî diwarê şermê hilweşinin û kêrhatinên û zanîna  xwe bi civakê re par bikin. Hêvîdar im jinên ciwan li hunera xwe xwedî derkevin. Ji hemû jinên ciwan ên bi hunerê re mijûl dibin re serkeftinê dixwazim."