'Kujerên lawê min ji ber ku hevkariya dewletê kirin nayên cezkirin' 2018-05-14 09:01:45   AMED - Li gundê Dêrgana navçeya Lîceya Amedê di sala 2012’an de xizmên Alî Tekdag bi ser mala wî de girtin û Alî Tekdag kuştin. Dayika Alî Tekdag Fikriye Tegdag diyar kir ku ew li benda cezakirina kujerên lawê xwe ye.    Li gundê Dêrgana yê navçeya Lîceya Amedê di sala 2012’an de xizmên Alî Tekdag bi ser mala wî de digirin û Alî Tekdag kuştin. Daiyika Alî Tegdag Fikiriye Tekdag anî ziman ku ew dixwaze kujerên lawê wê bên cezakirin.    Dayika bavê 4 zarokan Alî Tekdag Fîkriye Tegdag îdia kir ku lawê wê  di Tirmeha 2012'an de ji  aliyê birayê wê Bahrî Bansî û kurên wî Mahmut û Azîz ve hatiye kuştin. Fîkriyeyê anî ziman ku lawê wê ji ber çi hatiye kuştin nizane û wiha got: “Ez nizanim lawê min ji ber çi hat kuştin. Di ser kuştina lawê min re heft sal derbas bûn. Birayê min Bahrî û lawên wî  di mala lawê  min de li ber çavên me îşkence lê kirin. Piştre birayê min Bahrî bi guleyekê lawê min kuşt. Hîn jî li ser duwarên lawê min şopa guleyan heye.”   ‘Kujerhatin berdan’   Fikriye di berdewamiya axafitina xwe de diyar kir ku piştî bûyerê Bahrî û her du lawên wî  ji aliyê cendirmeyan ve hatine binçavkirin û piştî ku 2 mehan di girtîgehê de mane hatine berdan. Fîkriye bertek nîşanê vê rewşê da û got ku du mehan hatine girtin û piştre bi îdaya îfade hev nagirin hatin berdanû wiha pê de çû: “Dema Bahrî nû hatibû binçavkirin di îfadeya xwe de  îdîa kiriye ku lawê min ‘endamê rêxistinê ye, xwarin û vexwarinê dide rêxistinê’ û ji ber vê jî wî ew kuştiye. Ji ber van îfadeyan kujer hatin berdan. Dema Bahrî lawê min kuşt got ku bila hemû kes ji me bitirse. ”   ‘Bila kujer carekedin bên cezakirin’   Fîkriye di dawiya axaftina xwe de got ku piştî kurê wê hatiye kuştin tu kesî bang li wan nekiriye ku biçin îfadeyê bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku bangî me nekirin me bi xwe çû îfade da. Piştî em çûn tiştê ku me dîtibû me hemû li dadgehê vegot. Lê ji ber kesên dinê îfadeyên cuda dabûn,  îfadeyên me hev negirtin. Kujerên kurê min nehatin cezakirin û hîn jî milên xwe badikin û digerin. Ev bêcezahiştin gelek li zora min diçe. Ez dixwazim bila kujer carekedin bên darizandin. Dibe ku kesên lawê mi kuşitin hevkarên dewletê ne.”