Li Amedê ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel hat lidarxistin 2018-05-12 15:10:55   AMED - Li Amedê bi munasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî panel hat lidarxistin. Di panelê de girîngiya zimanê dayikê û bandorên wê yên li ser zarokan hat vegotin.    Bi munasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li 1'emîn Şaxa Egitim Sen a Amedê panel hat lidarxistin. Li eywana ku panel lê hat lidarxistin pankartên  "Her netew bi zimanê xwe heye", "Ziman, hebûn û perwerde", "Her neteweyî ziwanê xo estê" hat aliqandin. Nivîskarên Kurd, rêvebirên HDP-DBP'ê yên bajar û navçeyan, xwendekarên Kurdî-Derê ya bi KHK'ê hat girtin û gelek endamên STK'ê beşdarî panelê bûn.    Moderator Enise Ekincî derbarê dîroka 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de axivî û panel dest pê kir.    Piştî Enîse Nivîskarê Kurd Adar Jiyan axivî û got:"Bi saya têkoşîn û destkeftiyên xwe em îro li vir panelekê dikarin li dar bixin. Jin têkiliya xwe ya di navbera xwezayê de diparêze loma zarok hemû tiştên ku diya wan şanî wan dide, qeyd dikin."   Adar got:"Zarok di zikê dayika xwe de hîn dibin. Loma divê me nebêjin zarok di 7 saliya xwe de hîn dibe. Loma zimanê me çiqas dewlemend be dê fikrê me jî ewqas dewlemend be. Loma di destpêkê de divê jin bi zimanê xwe biaxivin. Çi ziman be bila bibe divê mirov li zimanê xwe xwedî derkeve."    Panel dê bi gotubêja Selim Temo û Suleyman Yilmaz bi dawî bibe.