Dayikên Şemiyê: Emaneta we emaneta me ye 2018-05-12 14:42:51   STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser dayikên ku dema li zarokên xwe digeriyan jiyana xwe ji dest da û Îkbal Eren got:"Min peyama dayika xwe ji we re anî. Dayikên me yên ku dema li zarokên xwe digeriyan jiyana xwe ji dest dan hene. Emaneta we emaneta me ye."   Dayikên Şemiyê ji bo aqubeta xizmên xwe yên di bin  çavan de hatin qetilkirin û hesab ji kujeran bipirsin cara 685'an li pêş Lîseya Galatasarayê hatin gel hev. Dayikên Şemiyê bi pankarta "Kujer diyar in ên windayî li kune" hilgirtin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamentera HDP'ê Huda Kaya û jinên CHP'yî jî piştgirî dan Dayikên Şemiyê. Vê hefteyê jî çîroka Husamettin Yaman û Soner Gul ên ku di sala 1992'an de di bin çavan de jiyana xwe ji dest dan hat xwendin û Dayikên Şemiyê yên ku li zarokên xwe geriyan û jiyana xwe ji dest dan jî nehatin jibîrkirin.    'Ez ê tucarî dev ji lawê xwe bernedim'   Dayika Şemiyê Îkbal Eren di destpêkê de axivî û got:"26 salan min ked da ji bo ez lawê xwe mezin bikim. Lê zarê min ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin. Ez tu carî dev ji lawê xwe bernadim. Dayikên me yên ku dema li zarokên xwe digeriyan jiyana xwe ji dest dan hene. Emaneta we emaneta me ye."   Piştre dayika Murat Yildiz ê ku di sala 1995'an li Îzmîrê di bin çavan de hat qetilkirin, Hanife Yildiz axivî û got:"Ev çenda sal in ku lawê min roja dayikan nikare pîroz bike. Kesên ku kezeba me dişewitînin bila behsa Roja Dayikan nekin. Li devê wan nayê."   Piştre Hanim Tosun axivî û got:"Sibehê hemû kesê destên dayika xwe maç bikin. Yê hinekan dayika wan, ên hinekan jî zarokên wan tune ne. Hinek zarok jî dayikên wan di girtîgehan de ne. Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin ew ê sibehê bibêjin 'Roja dayikan pîroz be'. Gelo ew ê roja kîja dayikan pîroz bikin? Dayikên ku tevî zarokên xwe li girtîgehê de, wê roja wan pîroz bikin? An jî wê roja dayika ya Dayika Taybet ku cenazeyê wê hefteyekê li erdê ma, yan jî wê roja dayika Cemileyê ya ku cenazeyê wê di sarincê de hat veşartin. Wê roja kîja dayikan pîroz bikin gelo?."   Her wiha parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî axivî û got:"Ew dojehê bi dayikên me didin jiyandin. Nasmameya êş û baweriya jinê tuneye. Em ê xwedî li êşa dayikên xwe derkevin. Heta ku edalet pêk were em ê têbikoşin."   'Ji bo herkesî edaletê bixwazin'   Metna Çapemeniyê ya hefteyê Dayika Şemiyê Maside Ocak xwend û got:"Ji bo em polîtîkayên dewletê yên windakirinê aşkere bikin em têdikoşin. Daxwaza me zelal e. Em meraq dikin ku çi hatiye serê kesên ku hatine windakirin. Em dixwazin bigihêjin gorên wan. Em bi munasebeta Roja Dayikan deng didin. Li dijî kesên ku me bê goristan hiştine bêdeng nemînin. Ji bo hemû kesê edaletê bixwazin."