Dayikên Amedî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin 2018-05-12 09:01:40   Rojda Aydin   AMED - Dayikên Amedî tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku heta azadî neyê vî welatê û tecrîd neyê rakirin wê tim bang bikin.   Dayikên Amedî, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku giran bûye nirxandin. Dayikên Amedî diyar kirin ku Abdullah Ocalan bi tenê daxwaza azadî û wekheviyê kiriye, lê şûna dewletê daxwaza wî pêk bianiye ew kiriye bin tecrîdê.   Samiye Ektî, tecrîda ser Abdullah Ocalan giran bûye şermezar kir û xwest ku di demeke nêz de tecrîd bê rakirin. Samiye bi lêv kir ku kesek tena serê xwe  20 sale di bin tecrîdê de ye û ev nayê qebûl kirin. Samiye got ku tecrîd û zextên li ser Abdullah Ocalan tên kirin, li di heman demê de li ser hemû gelê kurd tên kirin û ev tişt got: “Em van zextan qebûl nakin û tehemûla me ji van zextan re nemaye. Piştî tecrîda li ser Serok giran bû li dijî me kurdan zext, zordestî zêde bû. Zarok û rojnamegerên me hemû hatin girtin. Ev rewş hovîtî ye. Hikûmeta AKP’ê li gorî kêfa xwe hemû kes kirine girtîgehê. Em azadiya wan dixwazin, lê azadiya wan girêdayî Serok e. Lewra jî em dixwazin ku di demek nez de tecrîd bê rakirin, berû ku rewşa Kurdistan û Tirkiyê xirabtir nebûye.”   ‘Ev hilbijartin ji bo azadiya Serok girîng e’   Samiha hilbijartinên ku wê di 24’ê Hezîranê de bên kirin jî bi bîr xistin û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo me kurdan girîng e. Me dixwest ku di vê hilbijartinê de Ocalan, parlementer, girtiyên siyasî û rojnamegerên me li derve bin. Ji bo azadiya wan pêwîst e em di vê hilbijartinê de xebatên xwe bi lez û bez bimeşînin. Ev hilbijartin ji bo azadiya Serok girîng e.”   ‘Em azadiyê dixwazin’   Melihe Kizildemîr jî da zanîn ku Abdullah Ocalan tu sûc nekiriye, wî bi tenê daxwaza azadî û wekheviya gelan kiriye. Melîhe, diyar kir ku li şûna dewlet Abdullah Ocalan azad bihêle ew xistiye girtîgehê û wiha bi lêv kir: "Dewleta ku wekhevî û azadiya civakê naxwaze, şer dixwaze. Em dixwazin kesên ku ji bo azadiyê bang kirine û hatine girtin, bên berdan. Tu sûcê wan tune ye. Em azadiyê dixwazin. Em bi salane ji bo azadiyê bang dikin û li kolanan e. Lê belê ji bo dengê me neyê bihîstin her rêbazê bi kar tînin û me dikin girtîgehan. Heta azadî neyê vî welatî û tecrîd neyê rakirin, em ê bang bikin.”