Jî HDP'ê ji bo Îzmîrê starta xebatên hilbijartinê 2018-05-11 15:24:59   ÎZMÎR - Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê starta xebatên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê bi daxuyaniyek çapemeniyê da.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê starta xebatên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê bi civînek çapemeniyê li avahiya nû ya partiya xwe da. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çerkez Aydemîr daxuyanî da û destnîşan kir ku ew bi rihê hilbijartina 7’ê Hezîranê xwe ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re amade dikin û li gel hemû zext, êrîş, binçavkirin û girtinan jî dê xebatên xwe bidomînin û dê serkeftin bibe ya wan. Aydemîr da zanîn ku Îzmîr bajarê hemû netewan, yên tên cudakirin, bindest û baweriyan e û ew ê ji îro şûn ve dakevin qadan û kolan bi kolan xebatan bimeşînin.    Piştî Çerkez, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Bedriye Yorgun jî diyar kir ku wê ev hilbijartin bibin dawî anîna zilmê û zordestiyê û ew ê hemû xebatên xwe li ser vê bingehê birêve bibin.