Kongreya Star ji bo jinan li Şehbayê civîn li dar xist 2018-05-11 10:32:00   ŞEHBA - Kongreya Star derbarê pirsgirêkên jinan de li navçeya Ehrasê ya Kantona Şehbayê civîn li dar xist.    Kongreya Star derbarê pirsgirêkên jinan de li navçeya Ehrasê ya Kantona Şehbayê civîn li dar xist. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê li ser navê Kongreya Star Ronehî Şêxo perspektîfa Kongreya Star xwend.   Di perspektîfê de wiha hat gotin:"Ji bo jiyanek azad û serbxwe gelê Kurd bedelên gelek giran dan. Jinê Kurd li Efrînê jî li dijî dagirkeriya Erdogan berxwe da û vîna xwe teslîm nekir. Jinên Kurd ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas digire tu carî dev ji têkoşîna azadî, ax û rûmeta xwe berneda. Jina Kurd dê heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna xwe bidomîne."   Piştî xwendina perspektîfê endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Federal Şêrîn Hesen wiha got:"Ji bo pirsgirêkê jinê çareser bibe û em jiyanek aştiyane û azad bijîn divê em hemû bi hev re têbikoşin. Erdogan û çeteyên xwe xwestin ku li Efrînê vîna gelan teslîm bigire lê gelê Efrînê teslîm nebûn. Em ê dîsa bi hev re berxwe bidin. Em ê bi hev re heta dawî li doza şehîdên xwe xwedî derkevin."   Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.