ROJEVA 11'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-11 09:00:00     *Bi nêzîkbûna 13 Nîsanê re dayikên ku daxwazên xwe anîn ziman gotin ku daxwaza wan aşitî,wekhevî,edelet û yekitiya gelan e. Dayikan diyar kirin ku ji bo wan diyariya herî mezin wê ji sindoqên 24 hezîranê de derbikeve. BI DÎMEN   *Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir têkoşîna xwe didomînin. Gelê Şehbayê banga hestiyarî û alîkariyê li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kirin. BI DÎMEN   *Jinên Xerzî yên ku koçî navçeya Farqînê kirine û li taxa Xerziyan dijîn, ji bo debara xwe bikin karê baxçe û çandiniyê dikin. Jinên xerzî anîn ziman ku ew ji bo debara xwe bikin bi karê çandiniya sebze û fêkî mijûl dibin. DÎMEN HEYE   *Endama PM'a HDP'ê  û parlamentera berê Çîlem Kuçukkeleş bal kişand ser hesasiyetên civaka Elewî û diyar kir ku  Elewî wê li cem kesên li Sêwasê mirov şewitandin, li Mereşê mirov qetilkirin cih negire û em ê di 24’ê Hezîranê de jî tercîha xwe di vî alî de bi kar bîne. BI DÎMEN   *Plansazkara Bajar Derya Hazar diyar kir ku ‘Aştiya îmarê’ ya AKP’ê wek razemeniya hilbijartinê aşkera kiriye di esasê de wê aloziya bajar zêdetir bike û got: “Heta îro 14 caran efûya îmarê derket lê ji sedî 70’ê avahiyan kaçax in. Tiştê wekî 'Aştiya Îmarê' tê nîşandan jî di esasê xwe de kaosê diafirîne.” BI DÎMEN   *Keşîşxaneya Mor Evgîn a 1700 hezar salî ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye piştî hatiye kifşkirin şûnde rastî eleqeyek mezin tê.    *Jinên Amedê diyar kirin ku parlamenterên wan di girtîgehan de ne û di bin OHAL’ê de diçin hilbijartinan û wiha gotin: "Reng û sekna jinê diyar e. Bila xwedî li dengên xwe derkevin." BI DÎMEN   *Nursel Çalak ku karkera çandiniyê ye û bi salan rastî şîdeta hevjînê xwe hatiye, diyar dike ku poşmaniya wê ya herî mezin bêdengî bûye. Nursel vê peyamê dide jinan: “Tunebûna wî mêrî ji bo min ji hebûnê baştir e.Ji ber bi salan ez bêdeng mam, ez poşman im. Hûn wek min nekin.” BI DÎMEN   *Rêxistina jinên Kurd a ku îro bi milyonan e, ji salên 90'î heta niha di nava partiyên siyasî de mezintir û bi hêztir bû. Cara yekem di dema HADEP'ê de yekîneyên jinan hat avakirin. Zubeyde Zumrut a ku wê demê di nava xebatên jinan de cihê xwe digirt got:"Bi komiyonên ku me ava dikir me hewl dida ku em pirsgirêkên jinan çareser bikin. Bi xebatên xwe me têkoşîna Gelê Kurd û jinên Kurd di cîhanê de da bihîstin." BI DÎMEN